Languages: English ‏سۆرانی‎

Dr. Îzeddîn Mustafa Resûl Koça dawî kir

Îro 03ê Oktober 2019 profîsor Îzeddîn Mustafa Resûl, Akadîmesion, Nivîskar û wêjevan, yek ji damezrênerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, di jiyê xwe yê 85 salî de li bajarê Suleymaniyê koça dawî kir.

Dr. Îzeddîn Mustefa Resûl serbarê ku yek ji kesayetîyên diyar û berçavê biyava rewşenbîrî û wêjeyî û Akadîmisyonê kurd bû, di heman dem da mamosteyekê bi hewîstê biyavên cûdayên tekoşîna neteweyî û mêjûya edebî û siyasî bû.

Profîsor Îzeddîn M. Resûl weke mamosteyekî zanîngehê, bi sedan xwendikar – şagird pêgehandine. Çendîn berhem, pirtûk û nivîsînên Akademîkên biyavên cûda yên wêjeya kurdî belav kirine, herweha weke wêjevan – edîbek jî yek ji desteya damezrêner a Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû. Di yekemîn kongreya wê sazîyê da bi serok hate hilbijartin.

Wexer – koça dawîya Mamoste Î. M. Resûl di vê qonaxa nazik û hesasa gelê Kurdistanê da ziyaneke mezin li hember wêje û rewşenbîrî û xebat û tekoşîna Neteweyî ya gelê Kurdistanê di de.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê, sersaxîyê li xwe, li gelê Kurdistan, li kes û kar û hevalên Dr. Îzeddîn Mustefa Resûl û tevaya nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikin. Cih û role Mamoste di dîrok – Mêjû ya wêje û rewşenbîrî û xizmeta Neteweyîyê da, herdem rohnî û pirşengdar dimîn e.

Konseya Rêveber ya
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-KNK