Languages: English ‏سۆرانی‎

Diware Sermê

Daxûyanîya Çapemenî 18.10.2013 – Di nava deh salên dawî de, cîhanê teva dît ku, bi têkçûna Hîtler û Musollînî, metirsîniya fasîzmê xelas nebûye. Ji bo berteref kirina fasîzmê, têkçûna eskerî ne bes e. Sih sal in ku dibin sîwana dewleta Tirk de, li Bakurê Kurdistanê, bi destê kontra û çeteyan kustinên fasîzan pêk tên. Di deh salên desthilatdariya AKPê de jî, bi kustinên çeteyên kontra, fasîzma res jî dakete kolanan û tunekirina Kurdan ji her alî de kirin pratîkê.

Ev siyaset îro, li Rojavayê Kurdistanê li dijî gleê me kirine pratîkê. Çeteyên paramilîter li Tirkiyê têne kom kirin, ji aliyê MÎTê, polîs, cemaet û artêsa Tirk ve, bi avsolka fasîzmê têne avdan û disînin Rojava. Xuya dike ku, di sexsê Suriye û Rojava de, cîhan bi fasîzmeke nû re rû bi rû ye. Ev heyamek res ya mirovahiyê ye. Xwedayê vê heyama res Dewleta AKPê ye.

Dewleta AKPê, komkujiyên bi destê çeteyên paramilîter li Rojavayê Kurdistanê bes nedîtin, niha di navbera di navbera herdu Serêkanîyan, Qamislo û Nisêbînê, dinavnera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de Dîwarê Sermê ava dike. Ev, hêrsa diktatoriya fasîzan e.

Serokwezîrê Tirk Tayip Erdogan, digot “referansa min Îslam e”, lê bangên siyaseta “yek yekan” dike û gizîrtiya xwe ya nijadperestiya Tirkîtiyê îlan dike. Îro jî, bi destek kirina çeteyên paramilîter, bi çêkirina Dîwarê Sermê, muxtariya xwe ya fasîzmê deklere dike.

Mînaka herî dawî Soresa Rojava ye. Li hemberî çeteyên paramilîter ku dewleta Tirk wan kom dike, bi avsolka fasîzmê av dide û disîne Rojava, qirkirina hovane dide dest pê kirin, berxwedaneke destanî tê mesandin. Pistî ku, hêzên bazirgan, bi hendesyariya fasîzma cîhanî cografya Kurdistanê kirina çar parçe, malbatên kurd jî parçe kirin. Lê gelê kurd, sînor red kirin. Dewleta Tirk, dibin serokwezîrtiya Adnan Menderes de, sînorê navbera Serxet û Binxetê bi mayinan, bi têlên dirrihî û sirildaqan xemiland. Hemberî ku bi hezaran kurd, bi mayinan, bi çekên eskerên dagirker hatin kustin, bi fermana generalên fasîst kom bi kom kustina kurd li ser sinoran hatin kustin.

Mîna 50 sal berê li Almanya, çîroka trajîk ya Dîwarê Sermê li Berlînê hate ava kirin; dîse berî 4 salan li Serîa Rojava, Dîwarê Sermê gelê Filîstînê ji cîhanê îzole kir; îro li Nisêbînê jî, dewleta AKPê, “Dîwarê Sermê” çêdike û dixwaze Soresa Rojava bi dîwaran sinor bike û bifetisîne.

Hemberî ku maskeya Dewleta AKPê ketiye, siyaseta xwe ya fasîzan didomîne. Di demeke ku Almanya û cîhan, hêrivandina Dîwarê Berlînê pîroz dike, di navbera Rojava û Bakur de çêkirina Dîwarê Sermê tê çêkirin. Pêwiste raya gistî ya cîhanê li dijî vê rûresiya derî exlakî û derî însnaî dengê xwe bilind bike..

Pêwiste gelê kurd, li hemberî Dîwarê Sermê dijberiyek tund nîsan bide û desturê nedê ku gelê kurd di rekiha betonî de werê dîl girtin. Doh gora betonî bû, îro rekiha betonî ye. Êdî kêr gihaye hestî, divê ku rewsenbîr, entelektuel, nivîskar, rojnamevan, sazî û partiyên siyasî teva, li her qada jiyanê, li dijî fasîzma dewleta AKPê, li dijî Dîwarê sermê, li dijî hêzên çete û paramilîter dengê xwe bilind bikin.

Doz doza kurd û Kurdistanê ye. Di vê qonaxa dîrokî de destînî-qedera gelê kurd û cografya Kurdistanê li ser masê ye. Hêzên global, hêzên herêmî dinava tevgerek xurt de ne. Ji her demê bêhtir kurd nêzîkî azadiyê bûne. Pêwiste rojekê berî rojekê Konferansa Neteweyî werê lidarxistin û yekîtiya kurdan ji raya gistî re werê deklere kirin. Gelê kurd bi têkosîna eskerî û îradeya civakî û siyasî serketinên dîrokî bidestxistine. Pêwiste di eniya dîplomatîk û di rûnandina dengeyên nû de jî heman serketinê bidestbixe..

Konseya Rêvebir ya KNKê