Languages: English ‏سۆرانی‎

Divê hemî hêzên Kurdistanî weke sala 2014an li hember êrîşên DAIŞê bibin yek!

Jibo Reya Giştî

Ev demeke DAIŞ êrîşan diki. Teybetî êrîşên xwe di devera maddeya 140 de zêdekirine. Hem ji gel hem jî ji pêşmergeyan, wundayî zêde dibin.

Raste herkes DAIŞê û xwînxwarîya wê nas dikin, lê êrîşên li ser van deveran bê destek nînin û planên dijmînên gelê Kurd di pişt de heye. Li Şingal heta Xaniqînê gelê me yê di devera maddeya 140, di bin tehdîdan de ye.

Berîya çend rojan DAÎSê êrîşî çend deverên kirin, weke li der dorê Kerkûkê, Kifrî, Kelar û hin herêmên din jî. Di encamê van êrîşê de çend pêşmerge şehîd ketin. Şeva din ji li Mexmûrê, DAIŞê êrîşê gundê Xidircîce û noqteya pêşmergeyan kir. Di encama êrîşê de 10 pêşmerge û sê gundîyan jîyana xwe ji destdan û şehîd ketin.

Em weke KNK, xema malbatên şehîdan parve dikin, ji malbatên wan û hemî gelê Kurdistan ê re sersaxîyê û ji şehîdan re rehmetê dixwazin.

Li alê din ev demeke dirêje herkes dizani ku DAIŞ di çiyayê Qereçox de, xwe rêxistin diki û dem dem jî êrîşan dike. Ev êrîş jî ne ecêb û xerîbe. Lê ya nexweş ewe ku li hember van êrîşan tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Mixabin Hukumeta Herêma Kurdistanê, di vî warî de xwînsar nîzing bûye û tedbîrên pêwîs negirtine.

Gelê me yê li van herêman jiyan diki dibin xeterîyek mezin de ye. Ev mesele ne meseleya partîyekî ye. Ev mesele ya hemî Kurdistanê ye. Divê hemî hêzên Kurdistanî xwe ji parastina van deveran berpirsyar bibînin û bikevin nava tevgerê. Di vî warî de berpisyarîya mezin ya Hukumeta Herêmê ye û divê zûtirin demê de tedbîrên pêwîst bêne girtin.

Em weke KNK jî, emê di nava vê xebatê de cihê xwe bigrin. Em ji hemî partî, rêxistin û kesayetîyên endamê KNKê jî dixwazin ku îmkanên xwe jibo parastina gelê me yê li vê herêmê sefer bikin.

Bi vê munsebetê em carek din şehîdên Kurdistanî bi dilekî germ bîr tînin, sersaxîyê ji hemî gelê Kurdistanê re dixwazin û êrîşkaran şermezar dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê