Languages: English ‏سۆرانی‎

DİJMINATIYA JINAN YA TRUJİLLOS, PÎNOCHET ÎRO Dİ ERDOXANî DE BERDEWAM E

Rewşa îro ya di derbarê jinan de ji 25ê mijdara 1960î û pê ve ku wê demê dîkatorê Komara Domînîk Trujillos 3 xwîşkên şoresger qetil kirin, tenê di şikl û şemalê de hatiye guhertin. Li Amerîka Latînî di salên 60î de şoreşên li dijî dagirkerî û metîngerîya hezên Rojavayî(Nato) jinan roleke pir aktîf û pêşengî lîstin. Şoreşên Amerîkaya Latînî di asta cihanê de bûbûn mînakên hêvî û baweriyan.

Dîkatorên wek Trujillos, Pinochet hwd ji ber ku piştgiriya wan ji aliyê hezên Rojavayî ve xurt bûn, bê sînor qetlîam, îşkence, vindakirin, koçberî bi kurtî sûcên dijmirovahiyê û yên şer pêk dianîn. Wan dîkatoran, li Amerîka Latînî ji bo ku vîna şoreşan bişkênînin, siyaseteke taybet li dijî jinan bi kar dianîn. Qetilkirin û stratejîya sîstematîk a tecavûza li kolonan bi destên hêzên taybet û yên zîndanan pêk dianîn. Ji ber ku wan zanî bûn jin zêdetir di nav lêgerînên azadîyê de ne. Jin ji wan natirsin. Di salên 60î de wek bûyera 3 xwîşkên Mîrabel yên li Komara Domînîkê ew rû da.

Îro hêzên herêmî û navdevletî yên Rojavayî li Rojhilata Navîn, bi taybet li Kurdistanê heman siyaseta vê lîstikê pêk tînin. Rola Pînochet û Trujillos îro danê Erdogan û ew jî we rolê ji bo bibe hezek heremî (Rojhilata Navîn) dilîze. Serokê Tirkiyeyê Erdoxan jî, sîyaseta tundîtijî û qetlîaman li dijî hemû jinan, lê bi taybet jî li dij jinên Kurd pêk tîne. Li ber çavên cihanê her roj jinên Kurd ji Afrînê dide revandin û dide îşkencekirin. Şîdeta li ser jinên Ereb jî, bi pêş dixe. Bi hezkirina fikrê baviksalariyê, di bin navê ol/bawerî xeta stratejîya dijberîya jinan bi pêş dixe. Li Rojava û Sûrî, Lîbya, Yemen û Misirê di bin navê ol mirovan dike dijminê jinan. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi dronan (SÎHA) jinên şoreşger û pêşeng hedef digre û qetil dike. Birînên jinên Kurd yên Ezîdî ji qetlîama sala 2014an jî he nehatinê dermankirin. Bi hazaran jinên Ezîdî he jî winda ne.

Yek jî dewleta ku baviksalarî binesaziya wê Dewleta Îranê ye, ji ber ku ev dewlet dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêzekê sereke, di serî de bi şêwazên dijmirovî û bi awayekî sîstematîk li dijî jinan şidetê pêk tîne. Heger li tevahiya Îranê şidet li ser jinan yek qat be, li Rojhilata Kurdistanê du qat e. Jinên Kurd, li Rojhilatê di qonaxeke girîng a hîşyariya azadîyê de ne. Ji ber vê rejîma mêran a Îranê, bi zîndankirina jinên çalak dixwazê jinan bitirsine. Di zîndanan da li jinan îşkenceyê dike û her wiha di zîndanan de jî, dixwazê bi şerekî taybet vê vîna jinan teslîm bigre.

Li Bakûrê Kurdistan jinên sîyasetmedar, jinên tevgera azadîya jinan dide girtin. Di zîndanan de lê îşkence dike. Bi hêzên xwe yên taybet siyaseta tecavûzê li ser jinên Kurd pêk tîne. Bi siyaseta taybet a aborî stratejiya birçî bike û teslîm bigre jî, jinan mecbûrî sîxurîyê dike û siyaseteke qirej li ser jinan û ciwanan dimeşîne. Li Başûrê Kurdistanê jî, bi rêyên fîlm, aborî û sixûrîyê dixwaze exlaqê civakê têk bibe. Siyaseta bişaftina Tirkkirinê bi pêş dixe. Bi çeteyên însanfiroş(şebeke) li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji koçberîyê re rê vedike. Di encama van politîkayan de, ev rastî li ser sînorên Polonyayê û Belarûsê diyar bû. Koçberî di encama stratejiya şer de pêş dikeve. Erdogan dixwaze Kurdistanê bê Kurd bihêle. Erdogan, wek amûre desthilatdariya xwe, bikaranîna bawerî/olê dixwazê jinên Kurd bike kole. Heger li Kurdistanê bi ser bikeve, ew ê vê sîyaseta xwe li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike.

Doh Amerîka Latînî Îro Rojhilata Navîn û Kurdistan

Dema mirov rewşa Amerîkaya Latînî ya salên 60î û Rojhilata Navîn û Kurdistana îro dide ber hev, dibîne ku tiştên pir dişibin hev, pir zêd ne. Bi taybetî dîktator û rêbazên nêzîkbûnên wan pir dişibin hev. Lê ji ber ku jinên Kurd ji ezmûnên xwîşkên Mîrabel yên Komara Domînîkê ders girtine, xwe pir guhertine û xweser di hemû beşên jîyanê de xwe bi rêxistin kirine. Wek berê li Amerîkaya Latînî îro jî, hêzên qaşo mafên jinan diparêzin, li hember tawanên mirovahiyê yên ku Erdogan li dijî jinên Kurd pêk tîne, bê deng in. Heger ne usa bûya, pêwîst bû Erdogan ji ber ku sûcên dijmîrovahî û sûcên şer li Kurdistanê dimeşîne, bihata dadegehkirin/darizandin.

Bêdengiya beramberê tawanên şer û mirovahiyê heye, ji ber ku di îdeolojiya baviksalariyê de zîhnîyeta Erdoxan û ya hêzên herêmî û global bira ne. Hemû jî, dizanin şoreş mîrateya jinan ya dîrokî ye. Jin bê tirs in û bi rihê fedayî xwe tev li şoreşan dikin. Jin hîm, dînamîk û katalîzatorên hîşyariya civakî û azadîyê ne. Azadîya jinan, misogeriya demokrasiya jîyanê û civakê ye.

Li Kurdistanê ev rastî bi têkoşîna azadîya jinan ya 40 salên dawî re derket hole. Jinên Kurd, îro di têkoşîna azadîyê de, di asta cihanê de bûne hevî û bawerî. Bi artêş, partî, rêxistin, siyaset, meclîs, jîneolojî, kooperatîf, komûn, televîzyon, kovar û di hemû beşên jiyanê de roleke pêşeng dijî îdeolojiya şîddetê dilîzîn. Edî jiyan di Kurdistana nûjên de bê beşdariya jinan nameşe. Jinên Kurd, bi wan serkeftinên xwe tola xwîşkên mîrabel hildan û îro bûne kaniya hêvî û baweriyê, ji bo hemû jinên ku di bin tehdîta şideta mêr û dewletan de ne.

Tundîtiya li dijî jinan edî hatiyê asteke bilind. Her çi qas saziyên wek Neteweyên Yekbûyî, vezaretên derbarê jinan û rêxistinên jinan balê dikşînin ser vê meselê jî, nikarin wê çareser bikin. Ev jî, nîşan dide ku cihe çareseriyê edî ne Neteweyên Yekbûyî, ne jî vezaret an jî sazîyên dewletî yên din in. Wê demê tenê yek rê ji bo jinan dimîne: Ev jî, di asta cihanê de tekoşîneke hevbeş e. Di ve de jî navende îdeolojîya azadîya jin li Kurdistanê ye.

Komîsyona Jina ya Kongra Neteweyî ya Kurdistan (KNK)