Languages: English ‏سۆرانی‎

Di Salvegera 34. ya 15ê Tebaxê da

Sal 1984, roj 15ê Tebaxê. Kurdistan û Tirkîye di bin îdareya cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê da dinalî. Zulmeke bê hed û kuşt û kuştdarîyeke bê tixûb. Îşkenceyên hovane jîyan li xelkê heram kirîbû. Hefs bi azadîxwazan ve hatibûn tijî kirin. Cuntaya faşîst adeta xwelîya mirinê bi ser xelkê da reşandibû. Tirsa mirinê hatibû hakim kirin. Adeta bêhn li xelkê hatibû çik kirin. Di nav wan şert û mercên giran da xelkê Kurd û pêşengên bizava neteweyî ya Kurdistanê, serî li hember zulma dewleta hov ya TCê netewandin, serê xwe şor nekirin, berxwedaneke xurt bilind kirin. Ji hefsan heta hemû meydanên jîyanê, têkoşîneke fedakarane hate organîze kirin. Bedelên mezin hatin dan, lê belê beramberî wê zulma dewletê, alaya azadîyê hate bilind kirin.

Di wê atmosfera dijwar da têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15ê Tebaxê ya 1984ê, banga azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkîye û Dinyayê careke dî hate îlan kirin. Di wê hemleya mezin û dîrokî da, vê carê Erûh û Şemzîna, bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî, li bakura Kurdistanê di ber bi dawîya sedsala 20an da. Bi wê hewildanê ve çirîska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilatanavîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadîyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin ya gerîlla li Kurdistanê û Rojhilatanavîn. Eve bi serê xwe serkevtineke di prosesa têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê da li bakur. Ev hemle û pêngava 15ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û Rojhilatanavîn pîroz be.

Di salvegera 34. ya 15ê Tebaxê da TC êrişkarîya xwe bi hemû rê û metodan didomîne. TC li beramberî hêz, şiyan, berxwedan û têkoşîna xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan ketîye nav eczeke kûr û bi vê hirs û kînê şer û êrişkarîya xwe her diçe zêde dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovî da hemû çek û sîlehên birandina jîyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji erdî bombeyên jahrê û agirî li ser xelkê me dibarîne. Digel jîyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kirîye cehnem. Ji Dêrsimê heta Hekarîyê, ji Qersê heta Entabê çu çiya, dol û niwal nehêlan ku bombeyan nebarîne. Dar û daristan sotin, av û derav pangandin û bi çêkirina bend û barajan xelkê xwecih da koç kirin.

Êrîşên TCyê tenê li bakur nînin, li rojava û li başûr jî berdewamin. Li van herdu parçeyan jî, êrîş dike û herêmê dagir dike. Ji serê vê salê ve li rojava Efrîn, li başûr herêma Sîdekan dagir kirîye. Li van herêman û li seranserê Kurdistanê, bi ruhê 15ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin.

TC îro zivirîye rojên berê yên salên 80yî û dixwaze berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadîya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şiddet û îşkenceya ji alîyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn yê jîyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê.

Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt da ne. Binkevtin ya TCê ye. Serkevtin ya Gelê Kurdistanê ye.

Bi vê bîr û hizirê em wekî KNK, salvegera 15ê Tebaxê ya 34. bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehît, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêhtine û dane avêhtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wana ne. Em hêvî dikin Gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15ê Tebaxê, hemû hêz û şiyana xwe bike yêk, tifaqa navxweyî kamilen pêkbîne û dijî her reng zulm û zora dagîrkeran, têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bi serbêxe û bigihe armanca mezin.

Salvegera 34. ya 15ê Tebaxê Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê
15 Tebax 2018