Languages: English ‏سۆرانی‎

Dewleta Tirk li Şengalê êrîşî Êzîdîyan dike

Dijberî û dijminîya Dewleta Tirk ya li dijî hemî Kurdan û bawemendên Êzidî dewam dike. Balfirên şer yên artêşa Tirk, duh (15.08.2018) Şingal bombebaran kirin, gelekî bawemendên Êzidî kuştin û birîndar kirin.

Em, vê êrîşa qirêj û dij mirovî, bi awayekî tundî şermezar dikin, ji gele Kurdistanê û ji emî bawemendên Êzidî re sersaxîyê dixwazin.

Şîngal ku warê Êzidîyan e, di 3ê Tebaxa 2014an de, ji alîyê DAÎŞê ve hatibû dagirkirin. Bi vê êrîşê re, bi sedhezaran mirov ji cîh û warên xwe koçber bîbûn. Bi hezaran bawermendên Ola Êzidî hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Bi hezaran jin revandin û di bazarên koleyan de firotin. Hê jî bi hezaran jinên Êzidî winda ne.

Yek ji gundên ku komkujî jîya jî, gundê Qoço bû. Terorîstên DAÎŞê di 15ê Tebaxa 2014an de gundê Qoço dagirkirin, ji 400an zêdetir Êzidî qetilkirin, piranîya wan jin û zarok, bi sedan mirov revandin. Ji 500an zêdetir jinên ku di gund de asêkirin, hê jî agahî ji wan nîn e.

Duh, bi mebesta 4. salvegera komkujîya gundê Qoço, li gund, bi girseyî bîranîn hebû. Konvoya ku ji vê bîranînê vedigerî, ji alîyê balafirên şer yên dewleta Tirk ve hate bombekirin. Bi hejmareke zêde mirovan jîyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Yek ji wan kesên ku jîyana xwe windakir û şehîd ket, Zekî Şingalî (Îsmaîl Ozden) bû ku rêberekî Êzidîyan bû. Zekî Şingalî, ji 2014an vir ve, ew herêm terk nekir, ji gelê xwe re rêbertî kir û li wan xwedî derket. Zekî Şingalî, ne tenê rêberekî Êzidî bû, herweha siyasetmedarek û şoreşgerekî gelê Kurdistanê bû. Ewî temamê jiyana xwe di xizmeta gelê Kurdistanê de derbazkir û 35 salan bê navber di nav refên şoreşa Kurdistanê de cihê girt û kete nava karwanê şehîdên Kurdistanê.

Dewleta Tirk, di bin serokatîya Recep Tayîp Erdogan de heta îro, di serî de DAÎŞ, destek û piştgirî da hemû Cîhadîstan. Dewleta Tirk, rêxistina terorîst DAÎŞ, hem li Şingal û hem jî li Kobanîyê destek kir. Bi êrîşa duh re Dewleta Tirk, carekî din dijminîya xwe a li hember gelê me yê Êzidî nîşan da. Êrîşa duh, temamkirina komkujîya DAÎŞê ye. Ev êrîş, berdewama êrîşa Tebaxa 2014an e, berdewama fermana 73. e.

Şingal, di nav erdê Iraqê de ye û ji sînorên Tirkîyê 150 km dûr e. Tirkîye bi vê êrîşê re, hemî normên navneteweyî û huqûqa mirovî binpê kirîye. Dewleta Tirk, bi vê êrîşî re, li hemberî mirovahîyê sûcdar e. Dewleta Êraqê jî, bi bêdengî, rêxweşkirin û erêkirina xwe ve, ji vê êrîşê berpirsyare. Li ser vê boyerê, bê helwestî û bêdengîya rêveberîya Başûr jî, cihê gumanêye û cesaretê dide dijminan. Gelê Şingalê ku bi bawerîya Êzdayetîyê ve girêdayîye, îro dîsa di bin tehdît û sehwa komkujîyek din de ye.

Di sêrî de NY û Kordînasyona Navneteweyî a li dijî DAÎŞê, hemû erk, hêz, sazîyên navneteweyî, kesên ji xwe re “ez mirov im” dibêjin, em wan a dawetî sekana li hemberî van êrîşan û xwedî derketina li bawermendên Êzidî dikin.

Herweha em bang li hemî hêz, partî û hemî gelê Kurdistanê dikin ku xwedî li Şingalê û bawemendêm Êzidî derkevin û li hember êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk rawestin.
KNK Dewleta Tirk li Şengalê êrîşî gelê me yê Êzidî dike- Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê
16.08.2018