Languages: English ‏سۆرانی‎

Desgîrkirna jine têkoşera kurd Leyla Guven şermezar dikîn

Deshilatdariya faşîst a AKP-MHP yê hebûn û pêşeroja xwe li ser tûnekirna hemû destkeftiyên gelên bindest,çand,ol û civakên cuda daye avakirin. Di serîde jin û hemû deskeftiyên wan yên bi berdelen giran hatine destxistin, gelê kurd û hemû mafê wan yên civakî,mirovî netewî û zarok, kedkar, hunermend bi kurtasî hemû pêkhateyên civakî yên muxalif her roj û her kêlî bi erîşên vê desthilatdariya faşîst re rû bi rû ye.

Ev rejîma diktator herî zêde jî ji tevgera jinên azad û rexistina wê ditirse û bi erîşên herî giran û derveyî sinc û mirovahiye dixwaze tûne bike.Leyla Guven bi salane li hember hemû êriş û gefên rejîma fasîşt li ser xeta baweriya jiyana azad û jina azad di nav refên tekoşînê de cihê xwe girtiye û tû car serê xwe ne tewandî ye. Leyla hilbijartina 24 e pûşper a 2018 de li bajarê colemergê bi dengekî bilind wekî parlementer hate hilbijartin. Lê Leyla ne tenê parlementerek di meclisa enqere yê de bû.

Leyla heman demê de hevseroka kongreya demokratik bû û li hemberî her cure zilm û zordariyê xedî seknekî şoreşger bû. Rejîma diktator ne tenê li bakûr li her çar perçeyên kurdistanê li hember gellê kurd şer dike û dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tûne bike. Leyla Di pivajoyek visa giring de di xebatên yekîtiya netewî de ji xwedî rol û ristek giring e. Ji ber vê yekê rejîma faşîst li gel binpêkirina hemû zagonên xwe ew bi cureyek hov û dermirovahî derdest kir û xiste zindan ê. Bi van kiryarên xwe dixwaze kû hemû dengên mûxalif qut bike û civakekî bê refleks û bê deng ava bike. Lê em baş dizanîn kû ji leylayan re her der qada tekoşînê ye. Bi girtin û gef lê xwarinê tû jinên azad gav li paşde navej e. Ji bo xebatên kongreya civata demokratîk 22 sal 3 meh cizayê zindanê li leyla yê hate dayîn. Dûh dadgeha bilind a evropa di doze hevserokê patiya civaka demokratik ê berê sellahattîn Demîrtaş de da xuyakirin kû ev xebatên KCD yê xebtên hukukî ne û nabe kû wekî kiryarên derveyî zagonê were destgirtin.

Bila bê zanîn kû ev zext û zordariya hov ji bo me sedemê bilindkirina tekoşînê ye. Em tûcarî van kiryarên rejîma fasişt napejirînin û emê tekoşîn û berxwedana xwe li hemû qadên jiyenê bilindtir bikin.

Komisyona jinen KNK bo LeylaGuven- SORANI

Komisyona Jinên KNK