Languages: English ‏سۆرانی‎

Derheqê êrisa rejima islamî ya Iranê ya li ser Yarsanan

Daxûyanîya Çapemenî 25.10.2013 –  Rejima Islamî ya Iranê ya despot zulm û zora xwe ya li ser xelkê Kurd û hemû xelkên Iranê gelek bêperwa didomîne. Siddet, îskence, îdam bûye rûtîna rejimê. Rejima Islamî timamî Iran kirîye zîndan ji bo hemû xelkan. Hemû mafên mirovî û demokratîk têne binpê kirin, her daxwaza demokrasî û azadîyê bi siddeteke bêtixûb tête asteng kirin. Herî dawîyê, 20ê vê mehê [20 Çirîya Pêsîn-October] li Tehranê li hemberî xelkê Kurd yê Yarsan êriseke dijwar ya polîsî hate kirin.

Li rojhilata Kurdistanê li istanên Kirmansan, Îlam û dorberê û herweha li Xoresan, Qezwîn, Tehran û bajêrên dî nufûseke bos [qelebalix] ya Yarsan heye. Yarsan ji bilî Kurdbûyîna xwe ji alîyê bîr û bawerîya xwe ya dînî ve jî zulmê dibînin. 20ê vê mehê hejmareke mezin ya Yarsanan li Tehranê li ber Meclisa Iranê demonstrasyonek pêkînan û hem daxwazên xwe yên demokratîk bilind kirin, hem jî kir û kiryarên rejimê protesto kirin. Polîsê rejimê bi siddeteke nedîtî êrisî demonstratoran kir û bi dehan kes birîndar kirin, sedan kes jî girtin. Xelkê Yarsan hem li Kurdistanê hem jî li seranserê Iranê pistevanîya demonstratoran kir û herwisa êrisa hov ya rejimê protesto kir.
Protestêrên Yarsan di vê serhildanê da sê daxwazên xwe bi dengekî bilind gotin:
•    Di makqanûna Iranê da nasîna fermî ya bawerîya Yarsan
•    Dawî înana polîtîka diskriminasyonîst ya li hemberî Yarsanan
•    Di nav sîstemê perwerdeya dewletê da bi rengekî fermî qebûlkirina mafê xwandin û nivîsîna Kurdî

Kitêba pîroz ya xelkê Yarsan Serencam Kurdî ye û Yarsan îbadetê xwe bi zimanê xwe Kurdî dikin. Lê rejima kevneperest û siîst ya Iranê vî mafê xwezayî yê Yarsanan binpê dike. Xelkê Kurd yê Yarsan ji ber van daxwazên xwe yên demokratîk û rewa rastî êriseke mezin ya rejima Iranê têt û ev operasyonên dijî Yarsanan bi berfirehî têne domandin.

Em wekî KNK van êris, kir û kiryarên hovane û fasîzan yên rejima islamî ya Iranê yên li ser Yarsan û timamî xelkê Kurd û herweha hemû xelkên Iranê bi xurtî protesto dikin û bangî rejimê dikin ku dawîyê li van operasyonên xwe bîne, girtîyan berde û daxwazên heq û rewa yên Yarsanan qebûl bike. Herwisa bangî Kurd û Kurdistanîyan jî dikin ku pistevanîyeke aktîv digel xelkê me yê Yarsan bikin û bi her rengî rejima Iranê sermizar û protesto bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê