Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxûyanîya Komîta Dîplomasîya Hevbeş ya Rêxistinên Kurdistanî

Daxûyanîya Çapemenî ya Komîta Dîplomasîya Hevbeş ya Rêxistinên Kurdistanî 18.08.2014 –  Ji ber sedema êrîşên DAIŞ ê li ser Kurdistanê, Komîsyona Karê Derve ya KNKê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) bangewaziyeke lezgîn ji bo hemû bûroyên karê derve yên rêxistin û partiyên Kurdistanî kir da kû karên lobî û dîplomasîyê plan bike û xebatan bimeşîne.

Kombûna, roja 17.08.2014 li navenda KNKê li Brukselê bi beşdarbûna bûroyên karê derve yên YNK, KCD-Ewropa, Hizbî Komunistî Kurdistan,  Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan, Komelî Îslamî Kurdistan, Federasyona Kurdên Êzîdî, Yekîtiya Suryaniyên Ewropa, PYD, PJAK, Nûnertiya HDP ya Ewropa û Enstituya Kurdî ya Brukselê, pêk hat. Ji ber aciliyeta civînê çend rêxistin nikarîbûn vê carê beşdar bibin, lê biryar hate stendin ku di demeke nêzîk de civîneke berfereh bê kirin.

Bi êrîşa DAIŞ di 10ê Hezîranê 2014 li Musulê û di 3ê  Tebaxê 2014 li Şingalê destpêkirî û li Maxmûr û Celewla berdewam kirî, bû sedema komkujiya gelê me yê Êzîdî, gelên din li Kurdistan û Mezopotamya, yên mîna Asûrî-Suryanî-Kildaniyan û Turkmenan. Bi sedhezaran Kurdên Êzîdî ji Şingalê û gelên din jî, ji derdorê Musilê hatin koçberkirin, bi dehhezaran, bi rojan tî û birçî hiştin, bi hezaran însanên me qetil kirin, zindî binaxkirin. Bi sedan jinên Kurd yên Êzidî wek koleyên seksî esîr girtin û di bazaran de difroşin. Ew kiryarên bi vî awayî di sedsala 21ê de li pêş çavên hemû cîhanê hatin kirin. Lê helwesta cîhanê bo vê yekê gelekî lewaz e. Eger berxwedana hêzên Kurdî neba temamiya xelkê Şingalê ewê bihata qirkirin. Bi vê minasebetê em wê berxwedanê silav dikin.

Parastina gelê Kurdistanê û pêşîgirtina valakirina Kurdistanê bi helwesta neteweyî û bi hevra karkirina hemû hizbên Kurdistanî ve girêdayî ye. Kombûna me vê yekê pirr girîng dibîne û hebûn û nebûna Kurdistanê bi vê yekê ve girê dide.

Di kombûnê de li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê de minaqeşeke berfireh hate kirin, tespîtên hatî kirin ew e ku destkeftên Kurdistanê çi li Başûr, çi li Rojava dibin, beramberî hêrîşeke hovane û terorîstane de ne. Parastina van destkeftinan erkekî neteweyî û niştîmanî ye. Ji bo parastina van destkeftiyan bangewazî ji bo hemû hereketên Kurdistanî hate kirin ku bi hemû derfetên xwe parastineke neteweyî ya hevbeş pêkbînin.

Êrîşên van terorîstên DAIŞê ku di bin navê Îslamê de têne kirin weke êrîşên dijî Îslamê jî hate bi navkirin û hate şermezarkirin.

DAIŞ tenê hêzeke bi serê xwe nîne. Ji hin dewletên herêmê piştgiriya lojîstîkî, eskerî û siyasî digre. Kombûna me biryarên hin dewletên Rojava û UN ji bo helwestgirtin dijî DAIŞê erênî dibîne û daxwaz dike ku ew sozên wan ji bo alîkariya xelkê Kurdistanê tenê humanîter nebe, her weha siyasî be jî. Ji ber ku gelê me rû bi rû jenosîdeke mezin e, bangewaziya me ji dewletên Rojava û UN ew e ku biryarên xwe de dewletên piştgiriya DAIŞê dikin şermezar bikin û dijî wan helwest bistînin.

DAIŞ ev du salin bi rengekî hovane êrîşî hemû destkeftên Kurdistanê dike. Bi êrîşa berî du salan li hember Rojavayê Kurdistanê de destpêkirî, niha jî berfereh li Basûrê Kurdistanê jî dimeşîne. Lê berxwedana hember DAIŞê ji Efrînê û Kobanê heta Celewla bi fedekariyeke mezin û bi rûhekî neteweyî tê meşandin. Kombûna me daxwaz ji raya giştî û Komelgeha navneteweyî dike ku bê ferq û cewazî berxwedana her parçeyê Kurdistanê piştgirî bike. Di heman demê de ji Komelgeha Navneteweyî daxwaz dike ku ew biryarên heta niha yên siyasî û humanîter ji bo Başûr girtî, ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bigre. Dîsa bangewazî wan dewletan û saziyan dike ku bikeve nav hewldanan da ku ambargoya li ser Rojava rabe û sînor bêne vekirin.

Em bang li UN ê dikin ji bo hemî penaberên li Başûr û Rojvayê kurdistanê bi awayekî lezgîn kar bike û ji bo ku alîkarî bi awayekî rêkûpêk bê kirin, temsîlkarîya xwe ya fermî wan deran ava bike.

Kombûna me ji bo vê rewşa Kurdistanê bi cîhanê bide nasîn Komîteyeke acîl ya dîplomasiyê saz kir. Ev komîte dê li gel saziyên navneteweyî, komelgehên navdewletî (UN, EU, Sosyalîst Internasyonal, Ligaya Ereb, Kilîseyên Cîhanî, …) pêwendî dane, ji bo piştgiriya daxwazên me yên jorîn bikin û herweha komkujîya Şingalê weke jenosid were naskirin. Di heman demê de daxwazî ji hemî hêz û raya giştî ya Kurdistanê jî dike ku di karê xwe yê diplomasî de piştgiriya van daxwazên gelên Kurdistanê bike.

Komîta Dîplomasîya Hevbeş ya Rêxistinên Kurdistanî
18.08.2014