Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxuyanîya Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê

Daxûyanîya Çapemenî 14.09.2010 – Ji bo bîr û rehîya gistî ya Kurd û Kurdistanê

• Dibistanên Tirkîyeyê 20ê Îlonê vedibin: ”Heftîya yêkemîn dibistan bêne boykotkirin”!
• Bo perwerdeya du zimanî [Kurdî-Tirkî] ya li Kurdistanê û dîasporaya Kurd ya li Tirkîyeyê, divêt xebat û têkosîneke xurt û mezin bête dan!
• Bexçeyên zarokan [Kres] yên ku dewletê li Kurdistanê vekirî û dayne vekirin, merkezên jenosîdê ne û heta ku nebine du zimanî, ku di serî da divêt Kurdî be, zarokên xwe rênekinê!

Dewleta Tirk ji alîyê polîtîka salan ya asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî, xuya ye ku bi israr e di domandina sîstemê xwe yê fermî da. Di pakêta guhortinên nû yên Makeqanûnê da, maddeyek jî nîne ku guhortinê li sîstemê kevin bike. Lewma jî bi hejmareke mezin ya Kurd û Kurdistanîyan ve hate boykot kirin. Makeqanûna asîmîlasyonîst bi vê pakêta hukûmeta AKPê û Erdogan jî didome. Hukûmeta Erdoganî rê nade ku Kurdî di sîstemê fermî yê perwerdeya dewletê da cih bigire. Hukûmeta AKPê, herwisa bi gavên rûavkî yên di warê medyaya fermî ya bi Kurdî da jî dixwazin lêhbandinê bikin û bizava xelkê Kurd ya li zimanê xwe xwudan derketinê biskênin. Bi vê reftara xwe dixwazin asîmîlasyonê bi teknîk û metodên nû bidomînin. Bas tête zanîn ku zimanek heke nekeve nav sîstemê perwerdeya fermî û perwerdeya gistî bi wî zimanî neyê dan û wergirtin, ew ziman jar û lawaz dibe û dikeve nav prosesa mirinê. Dewleta Tirk nihe vê polîtîka nû di rê dibe. Dibistanên Tirkîyeyê êdî bûyne asên hêrana zimanê Kurdî. Hukûmeta Tirk bi vê hêranê jî qayîl nîne ku vê gavê jî dest bi vekirina bexçeyê zarokan [kresan] kirîye ku zarokên Kurdan ji yêk salîyê pêve werbigirine van bexçyên zarokan ku serê wan hêj di yêk salîyê da bison û nifsên nû yên Kurdan ji zimanê Kurdî veqetînin û bi vî rengî Kurdî bihelînin. Ev projeye bi yêk gotinê projeya jenosîdê ye. Ev projeye qelandin û birandina nifsê Kurdan e. Nifsê nû paseroja civata Kurdan e û heke ev nifsê nû ji zimanê Kurdî dûr û bi timamî bi Tirkî bêne gihandin û perwerde kirin, hingê êdî zimanê Kurdî tête kustin ku eve tête manaya jenosîda zimanê neteweyekê û herweha wî neteweyî. Bexçeyên zarokan yên li Kurdistanê divêt du zimanî bin û di serî da jî divêt Kurdî bin û Tirkî jî li goreyî daxwazê bête dan. Lewma xelkê me heta ku bexçeyên zarokan nebine du zimanî, divêt zarokên xwe bi taybetî rênekine van merkezên jenosîdê.

Di vî warî da xelkê Kurd berxwedaneke mezin dide. Ji baskê sosyopolîtîk heta yê sosyokulturel, hemû organîzasyonên Kurdan dijî vê asîmîlasyon û jenosîda plankirî ya li ser zimanê Kurdî têkosîneke xurt didin. Bi taybetî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK, di nav hewildanên mezin da ye. Komisyona Ziman û Perwerdeya Kurdî ya KNKyê, amadekirin, plankirin û rêvebirina xebat û têkosîna ji bo zimanê Kurdî, di çarçoveya neteweyî da koordîne dike. Heta nihe gelek kombûn, sempozyum, konferans û sûra hatine kirin û ji bo hazirkirina polîtîka neteweyî ya li ser ziman û perwerdeya neteweyî karên giring hatine kirin û encamên bikêr hatine formûle kirin û di pratîkê da jî hatine bi cih înan.

Di nav polîtîka gistî ya neteweyî ya KNKyê da, li bakur û Tirkîyeyê di pêsengîya TZP-Kurdî da xebat û têkosîneke bilind û mezin tête dan. TZP-Kurdî, di konferansa xwe ya dawîya Tebaxa îsal [2010] da jî biryarên gelek giring standine ku di pratîkê bêne bi cih înan. Komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, wan biryarên li Konferansa Amedê hatine standin, di hatina qonaxa îro ya têkosîna azadîya neteweyî ya Kurd û Kurdistanê da giring dibîne û pistevanîyê lê dike. Dibistanên Tirkîyeyê 20ê Îlone vedibin. Em wekî KNK, bangî xelkê Kurd û Kurdistanîyan dikin ku biryarên ji teref TZP-Kurdî ve hatine standin, herfîyen bêne bi cih înan. Di pratîkê da realîzekirina xurt ya van xwastek û biryaran dê bibe fisareke mezin li ser dewlet û hukûmeta Tirk. Xebat û têkosîna parastin û bi kar înana zimanê Kurdî, karekî man û nemanê ye. Ji bo fermîyeta Kurdî ya di nav sîstemê perwerdeyê û herweha îdarî da divêt xebat û têkosîneke xurt û mezin bête dan. Lewma em bawer dikin ku xelkê Kurd û hemû Kurdistanî dê bi suûra li paseroja xwe xwudan derketinê, li ser van biryaran rawestin û bi cih bînin.

Em wan xwastek û biryarên li konferansa TZP-Kurdî ya li Amedê hatine standin, dubare li jêr belav dikin. Kurd û Kurdistanî divêt dijî dewlet û hukûmeta Tirk reftareke mezin ya neteweyî nîsan bidin ku bikarin bigihine van xwezî û daxwazên xwe.

Di konferansa TZPKurdî da ev biryar hatine standin:

1. Ji bo avakirina pergala perwerdehiyê dê mufredat û pirtûkên dibistanan heta refa-8’an werin amadekirin.

2. Divêt ji bo dema ku dibistan vedibin li her deverê çalakiyên protestokirinê bên lidarxistin û hefteya yêkemîn dibistan bên boykotkirin. Di hefteya boykotkirinê de ji seretayî heya zanîngehê xwendevan bi malbatên xwe re di tevahiya wê hefteyê û pistî wê jî daxwaznameyên fermî yên ku tê de daxwaza mafê perwerdahiya bi zimanê dayikê dikin bibin û bi hezaran bikevine rêzê û radestî saziyên pêwendîdar yên dewletê bikin.

3. Divê tevahiya xebatkarên rêxistin û saziyên kurdan di perwerdehiya zimanê kurdî re derbas bibin.

4. Dê li ser zaravaya dimilkî komxebatek were lidarxistin.

5. Em girtina Rojnameya Azadiya Welat sermezar dikin û Ji bo ku rojnameya Azadiya Welat di Kurdistanê de bibe rojnameya yekemîn, divê her cure xebat werin pêsxistin.

6. Divê êdî li dadgehan parastin bi kurdî werin kirin.

7. Konferansa me bang li esnaf û karsazên kurd dike ku navên dikanan bike kurdî, bi mebestê divê serlêdanên komî werin kirin.

8. Di pêvajoya avakirina pergala Xweseriya Demokratîk divê ji navê bajarên mezin heta navçe û gundan, ji kolanan heta cihê kargehên kurdan divê hemû nav cih û waran bibin kurdî.

9. Bila siyasetmedarên me bizanibin ku her axaftineke bi tirkî ji pisaftin û xwepisaftinê re xizmetê dike. Em bang li siyasetmedarên kurd dikin ku xwe ji vê nakokiyê xilas bikin, hînî zimanê nivîskî yê kurdî bibin û bi kurdî siyasetê bikin.

10. Divêt 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî wek Newrozê bi coseke mezin bê pêswazîkirin û di asteke bilind de bê pîrozkirin… Îsal di pîrozbahiyan de Ehmedê Xanî cihekî taybet bigire.

11. Konferansa me bal kisand ser vê yekê ku pergala krêsan a niha bingeha pisaftinê xurt dike. Lewre jî heta ku derfet hebin divê em zarokên xwe nesînin van krêsan û ji xwediyên krêsan xizmeta bi kurdî bixwazin.

12. Konferans bang li meleyên kurd dike ku di rojên taybet de nemaze cejnên olî, Cejna Zimanê Kurdî û Roja Zimanê Dayikê de bi kurdî û der barê giringiya zimanê dayikê de we’zan bidin.“

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
14.09.2010