Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxuyanîya Civîna Konseya Reveber ya KNKê

28ê tîrmeha 2019an, konseya rêveber ya KNKê civîna xwe ya asayî pêkanî. Bi nirxandinên berfireh yên siyasî û analîzkirnên pêşhat û bûyerên li Cihan, Rojhelata Navîn bi giştî û Kurdistan bi taybetî hat giftûgo kirin. Herweha berhevî û amadekarî ji bo Civata Giştî ya KNKê ya 19emîn a ku di meha cutmeha pêş de bête girtin.

Di civînê de bi taybetî tegez li ser tundbûyîna êrîşên dewleta Tirk li ser rojava û Başûrê Kurdistanê bû. Bi zelalî eşkereye ku dewleta Tirk dixwaze her du parçeyên Kurdistanê dagir bike. Di bin navê “Hedef 2023” ê dewleta Tirk şerê dagirkerîya Kurdistanê dike. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, gelek caran ew stratejî anîye ziman. Dibejê; heta 100 salvegera Peymana (Lausanne) Lozanê di sala 2023an, Tirkîye sînorên Mîsakî Mîllî li ser axa Komara Tirkyê serzêdebike. Wateya wê jî ewe ku ji Afrînê heya sînorê Başûr û rojhilatê Kurdistanê dagirbike. Ji bo we armancê, niha gefên mezin li ser rojavayê Kurdistanê dike. Di bin navê xeta ewlekarîya sînûr, dixwaze 30 km. bikeve nav axa rojavayê Kurdistanê. Li alîye din jî gav bi gav axa Başûrê Kurdistanê bi leşkerên xwe dagirdike. Ne tenê bi leşkerî, belku, bi rêya peşxistina sîstema sîxurî; belavkirina derefetên maddî, bi pêşxistina ziman û çanda Tirk û mediyayê, desthilatdarîya xwe li Başûrê Kurdistanê ferz dike.

Dîsan bi zelalî dîyare, ku şerê dewleta Tirk ne şerekî navbera dewlet an jî hezeke sîyasî ya Kurd e. Ev şer şerê navbera Dewleta Tirk û kurda ne! Yên ku beruvajîyê vê rastîye nêzîkdibin, bi zanebûn yan jî nezanêbûnê dixwazin rê li ser vê rastîyê bigrin. Ji ber vê yekê KNKebanga gelê kurd û Kurdistan, her wiha hêzên parastina gel dike rê li ber stratejîya dagirkirina welat bigrin û berteng bikin.

Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunekirina kurdan, bi siyaseta antî kurd ve diparêze. Di kaos – tevlîhevîya Rojhilata Navîn ya heyî de, dixwaze sûd werbigre û bibe hêzeke hegemunî ya herî mezin ya deverê. Ji ber ku di wê bawerê de ye, ku heger êrîş û fişar li ser dewleta Îranê berdewam û zêdetir bin, wi demî dewleta Tirk dikare cîhê Îranê bigre. Lê hember vê stratejîya xwe, destkeftîyên kurdan li rojava û Başûrê Kurdistanê wek astengîyeke stratejîk dibîne. Loma jî şerê dewlata Tirk dijî Kurdan şerekî stratejîk û giştgîr e. Heger kurd serketin! wê serkeftina kurdan stratejîk û çarenivîssaz be; heger dewleta Tirk dorand! binketina wê jî wê stratejîk be.

Di rewşa heyî de pozîsyona kurdan ji ya dewleta Tirk xurttirê. Dewleta Tirk ne alîye aborî, leşkerî, civakî û ne jî dîplomatîk xurte. Dewlet ber bi têkçûnê ye. Hilbijartinên heremî yên di 31ê Adarê û bi taybetî hilbijartina Stenbolê de dîyar bû ku, hêza Kurdan qederê wê dewletê destnîşan dike. Ji ber wê jî dewlet, kurdan wek dijminê stratejîk dibîne.

Gelê kurd, di serî de Mirovayetî û Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhan li DAÎŞ ê parast û bûn hêza ewlekarîyê ya nirx û bihayên mirovahîyê. Hemû cîhan bawerîya xwe bi Kurdan tîne. Ji ber wê jî dewletên mezin jî bi baldarî û giringîdan ve nêze desketftên kurdan dibin.

Îro pewîstîya sîyaseta stratejîk ya yekîtîya neteweyî û nîştimanî heye. Tişta ku îro li Başûrê Kurdistanê dewletên dagîrker bi hêz dike, sîyaseta berjewendîyên rojane û parçebûyîna sîyaseta BaşûrêKurdistanê ye. Gelê me li Başûrê Kurdistanê ji dagirkerîya dewleta Tirk nerazîye. Desthilatdarên Başûrê Kurdistanê pewîste pêşîya gelê me yên ku erkên xwe yên welatparezî pek tînin negire.

Dewleta Tirk bi stratejîya xwe ”Hedef 2023“ê ne tenê ji bo kurdan pirsgerike, heman demê de li gel Amerîka, YE, welatên Ereban jî di nava nakokîyên kûr de ye. Dixwaze herkesî bikêşe nava şirîkatiya xwe ya kurdkujîyê. Lê li hemberî vê, Cîhan ji hebûna Kurdan ûdestkeftîyên me wek prisgirêk û metirsî nabîne. Belku herkes stratejîya dewleta Tirk ji bo xwe wek pirsgirêk dibîne. Ji ber wê jî mecal û derfet ji bo Kurdan heye ku li dijî dagirkerîyê bi rêxistinkirî berxwe bidin. Heger hezên Başûrê Kurdistanê vê rastîye bibînin pewîst nake ku bejna xwe himberî gefên dewleta Tirk bitewînin.

KNK, bang li hezên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê dike, dakû danûstandinên xwe li gel dewleta nekin bingehên dagîrkerîyê û li gel hev stratejîya yekîtîyê peşbixin û hevçeperîyê bi hêz bikin.

KNK, banga xelkê Başûrê Kurdistanê dike bê tirs û du dilî erkên xwe yên welatparezîye pekbînin.

KNK banga hukumeta Îrakê dike, di NY/UN de dagîrkerîya dewleta Tirk bike rojev, daku bi fişarên navdewletî rê li ber dagîrkeriyê bête girtin.

Civîna Konseya Rêveber ya KNKê, di mijareke sereke de jî rewşa dewleta Îran û rojhilatê Kurdistanê nirxandin û gingaşe kir. Bi zedebûna fişar û êrîşên li ser Îranê hedî hedî pewîstî heye ku Kurd û Kurdistanî û pekhateyên rojhilatê Kurdistanê jî stratejî û çareserîyê xwe amade bikin û hevçeperîyê bi hêz bikin û îradeya xwe peşbixin.

Ji ber vê KNK pewîst dibîne ku bi berfirehî li gel nûnrên sîyasî, rexistinên sivîl, rêxistinên Jinên rojhilatê Kurdistanê Şêwrekê di dema peş me de pêkbîne.

Di dawîye de KNKê banga hemû gelê Kurdistan dike ku himber gefên dewleta Tirk li ser rojavayê Kurdistanê di rewşek seferberîye de bin. Herwiha banag gelê kurd li derveyê welat dike di hemû qadên sîyasetê de bi xwepeşandanan rûye şerxwezî, dagirkerî û êrîşkarîya dewleta Tirk bike rojev.

Di tewera dawî de, civînê plansazî û berhevbûn ji bo Civata Giştî ya 19.mîn ya KNKê, berhevî û amadekarî kirin. Civata Giştî ya 19.mîn wê bibe qonaxeka nu ya kar û xebatê ji bo danezana helsengandin, form û nexşerêyên saxlemtir ku hem pêvajoya tekoşîna KNK ê bigehe armancên xwe, hem jî bi yekîtîya kurd û Kurdistaniyan xewnên dijminan binax bikin û Kurdistanê ava bikin.

Konseya rêveber ya KNKê

28ê Tîrmehê 2019