Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxuyanî li Ser Êrîşa li Bajarê Hewlêrê!

Erîşa muşekî ya şeva bihûrî li ser bajarê Hewlêrê û belafirxanaya navdewletî, bi mexseda têk birina istiqrar û aramîya herêmê ye. Di encama êrîşêde çendîn kes birîndar bûne û kesekî jiyana xwe ji dest daye. Dewletên dagirker û hevkarên wan, dijminatîya statû û deskevtên Kurdistanê dikin. Ev êrîş jî karê wana ye.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK, vê êrîşê ji çi terefî û bi çi mexsedê hatibe kirin riswa dikin û bi tundî şermezar dikin. Em ji birîndaran re şifayên xêrê û ji bo kesê jiyana xwe ji dest dayî re rehmetê û ji malbatê re sersaxîyê dixwazin.

Kurdistan bi her çar perçeyên xwe her dem bûye hedefa êrîşên dewletên dagirker yê herêmê û ticarî hebûn û bi destxistina maf û statûya Kurd-Kurdistanê qebûl nekirine û nakin jî. KNKe vê êrîşê dijî hebûn û destkeftîyên gelê kurdistanê dibîne û di vê çarçeveyê de dinirxîne. Dewletên herêmê, bi taybet dewletên dagirker bi şêwazên hovane dixwazin destkeftinên gelê Kurd ji holê rakin û mînaka herî nîzing jî ewe kû dewleta Tirk berî çend rojan li devera Garê, êrîşên hovana bi ser hêzên Kurdistanî de anîn.

Em wek KNK bi israr dibêjin; çareserî bo ewlekarîya paristina destkevtîyann û serkevtina gelê Kurd û Kurdistanê, yekrêzî û yek dengîya hêzên Kurdistanî ne! Em bi vî rengî dikarin hebûn û ewlekarîya gelê xwe ji êrîşên hovane bi parêzin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
16.02.2021