Languages: English ‏سۆرانی‎

Dadgehîkirina Çalakvan û Rojnamevanên Behdînan, bi neyasayî û nadadperwerî dizanîn!

Daxwaz li dadgeha temîzê dikîn, wê biryarê hilbiweşîn e!

Roja sêşemî, 16ê Sibat.2021an dadgeha 2 ya Hewlêrê 5 – pêmnc ji çalakvan û rojnamevanên devera Behdînan, her yek ji (Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Mamoste Şivan Se´îd û Eyad Kerem) Bi şeş salan zindan hukimdan. Li gorî agehdarî û zanyariyên me ji çewanya bi rêvrçûna runiştina dadgehê da, bi giştî nadadperwerane û neyasayîyane bû. Sed der sed siyasî û tekalî bû. Ji alîyekî ve ev ji bo cara yekemîne di heyama 30 salên hukimraniya li başûrê Kurdistanê da tê dîtin û tê hestkirin ku dadwer heye û xelkê dadgayî diken! Helbet sîstemê rêveberîya her hukimaniyekê bi destûr û yasa yê ve cuwan û şaristanîye û pê serkeftî dibe. Lê dibe ku ew yasa û dadgeh dadperwer û serbixwe be. Herweha bi rehayî li jêr fermanê alî û partiyan ve nebe û azad û adilane biryaran bigre, wate li jor hemû desthelan be.

Ne kerb û kînên partayetî bibine biryarên dadgehan û bi naheq hevwelatî bêne dadgehkirin. Ewa ku duhî di nav hola dadgeha 2 ya Hewlêrê da derbaz bû û ev biryar jê derket, rasterast viyan û biryareke siyasî ya partiyekê bû û çend rojên bûrî xelkê ew tuhmetên han ji serokê hikumetê bihîstbû û her ew jî bûne biyara dawîyê.

Ji aliyekê din ve, ew tawanên ku ew çalakvan û rojnamevan li ser hatin dadgehkirin, bê belge û bê binema bûn û di hîn keysan da lazim bû dûvçonên zêdetir li ser hatibane kirin, paşê biryar li ser hatiba dan.

Derbazbûn û pejirandina van core biryarên di dadgehên herêma Kurdistanê da, serwerbûna yasa û azadîya ra û raderbirînê û demokrasiye ber bi arasteyeke tirsenak û malwêranker diben û zirarê bi hemû pêvajoyê digehîne.

Em li Komisyona Mafên Mirovan ye KNKê Denge xwe didine balî denge wan dilsoz û mafxwaz û rêxistiyên biyava mafên mirovan li Kurdistanê û vê biryara han şermezar dikin daxwaz ji dadgeha Temîzê dikin ku bi zûtirîn dem, biryarê helbiweşîne û ew birêz jî bene azadkirin.

Daxwaz ji dadwerên berêzên başûrê Kurdistanê dikin k udi deme her dadgehîkirinekê de bi wijdan û zanistiya yasayî û dadwerîyê xwe bikin raber, bê alî û dûr ji her palnerek û zext û sozeke alîgirîyê û berjewendiyên kesokî biryarê li ser keysan biden. Heta ji vê zêtir mitmane û bewerî ji dadwer û dadgehan lawaz nebe.

Komîsyona Mafên Mirovan – KNK