Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be

Daxuyanîya Çapemenî 13.05.2014 –Wekî tête zanîn, ji alîyê KNKê ve 14-15-16ê Gulanê wekî rojên Cejna Zimanê Kurdî hatine qebûl û îlan kirin ku ji 2007ê were jî li temamî Kurdistanê û dîasporayê tête pîroz kirin. Di nav van sê rojan da bi taybetî 15ê Gulanê ji ber ku roja weşana kovara Hawarê ye ku Mîr Celadet û Mîr Kamuran Bedir Xan li 1932ê li Şamê weşandibûn. Hawarê xizmeteke mezin ji bo zimanê Kurdî kirîye, lewma hêja ye ku di van sê rojên Cejna Zimanê Kurdî da 15ê Gulanê bi taybetî wekî Cejna Zimanê Kurdî bête pîroz kirin.

Îsal jî wekî hercar hêvîya KNK-KZPê ew e ku Cejna Zimanê Kurdî bi coş û heyecaneke mezin bête pîroz kirin. Zimanê Kurdî zimanekî berxwedêr e, serê xwe li ber hemû reng asîmîlasyon û jenosîda kulturî ya dagîrkeran şor nekirîye, xwe sax û jînde hêlaye. Îro zimanê Kurdî bi avabûnên başûra Kurdistanê [Kurdistana Federal] û rojavaya Kurdistanê [Kurdistana Kantonal] bûye zimanê fermîyetê, perwerdeyê û hemû jîyanê. Eve serkevtina zimanê Kurdî ye. Li bakura Kurdistanê û rojhilata Kurdistanê jî berxwedan û têkoşîna bi kar înana zimanê Kurdî ya di warê fermîyet û perwerdeyê da bi xurtî didome. Di nav van şert û mercan da em bawer dikin ku li Kurdistanê, li dîasporayê hemû dem û dezgehên bi zimanî ve girêdayî û herweha pêkve xelkê me, dê layiqî berxwedan, xebat û têkoşîna zimanê Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Dijî asîmîlasyona li bakur, li rojhilat û li dîasporayê pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî ji alîyê bîr û hizira li zimanê xwe xwudan derketinê ve jî dê gelek giring û bi mana be.

Bi vê bîr û bawerîyê KNK Cejna Zimanê Kurdî li temamî xelkê Kurd pîroz dike.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê
13 Gulan [May] 2014, Bruksel