Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz be

Bi helkefta 14, 15 û 16ê gulanê, em cejna zimanê Kurdî, li gelê kurd pîroz dikin.
Di nava civaka me de, ev sê rojên han weke cejna zimanê Kurdî hatiye naskirin û tê pîroz kirin. Armanca vê bîreweriyê ewe ku gelê Kurd bi giştî û ew kesanên kurdîaxêv bi taybetî xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin.

Her neteweyek li Cîhanê xwedî rojên xwe yên taybet û bi nirx in. Ew wan rojan weke resenatî û nirxên xwe yên neteweyî nas dikin. Bi wan bîreweriyan xwe şad û serferaz dibînin û hebûna xwe xurttir û bi hêztir dikin. Lewra pêwîste gelê Kurd jî mîna her neteweyekê resen û heyî li simbol, bîrewerî û helkeftên xwe yên mêjûyî xwedî derkeve, bi parêze, bilind û pîroz ragire.

Heya ku civak, zimanê xwe di nav jiyana rojaneda nede jiyandin, nikare hebûna xwe bidomîne û nasnameya xwe bi şêweyek zelal û bê kêmasî bide nîşandan. Bona vê ye jî ku dijmin û nehezên Kurdan rastiya zimanê kurdî nasnakin û napejirînin. Mixabin!, civaka me heya niha ev rastî wek pêwîst nedîtiye, nasnekiriye û fêmnekiriye. Civakê zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane da bi şêweyek pêwîst nedaye jiyandin, vê bandor li pêşkeftina ziman kiriye, wisa kiriye ku zimanê Kurdî li hember zimanên dagîrkeran sist, lawaz û qilis bimîne.

Li ser vê rastiyê em li ser navê Komisyona Ziman, Çand û Perwerdeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê, cejna zimanê Kurdî pîroz dikin û dibêjin wateya qedexekirin, astenkirin û hewlên cudakirina li ser zimanê Kurdî neyîkirina civakê bi xwe ye.

Kesayetiya mirov ji zimanê mirov tê. Ziman ramane, raman jî bi ziman dewlemend dibe. Li van sedsalên em tê de hînkirin û perwerdehiya zimanê zikmakî ne wek barek, lê wek mafek xwezayî tê pejirandin. Ziman ji bo gelan pergala domandin û jiyandina çand û nasnameyê ye.

Balkêşe dema Kurd dibêjin zimanê me rûmet û nasnameya me ye, pêwîste li kêleka zimanê Farisî, Erebî û Tirkî, zimanê Kurdî jî di çarçoveya sîstema perwerde – fêrkirin a fermî ya wan dewletan de hebe û zimanê Kurdî di xwendingehan were xwendin û qebûlkirin.

Dema Kurd dibêjin pêwîste zimanê me, li dewletên Kurdistan dagîrkirine, li gorî rêjeya me be û bi fermî Kurdî bibe zimanê duyemê dewltê, li şûna ku ev yek weke mafekî xwezayî bê dîtin, ev daxwaz weke sûc û guneh tê li qelemdan. Xwediyên vê xwestekê weke sûcdar û gunehbar tên ceza kirin, gelek kesan bona vê yekê bidewltên dagirkerên Kurdistanê bidin qebûl kirin, hatine zinadan kirin û mafên wan hatine qeyd û bend kirin, gelek qehremanan bi neçarî çek hilgirtine û gelek cangoriyan jî canê xwe di reya parastina zimanê xwe da kiriye gorî.

bi vê boneyê em bang li tevaye partî, damûdezgeh, saziyên fermî, saziyên civaka sivîl, kesayetî û tevaya texên civaka xwe dikin, ku dev ji nakokiyên xirş, bê wate û bê sûd berdin, werin em bi hev re milê xwe bidin bin barê ziman, zimanê me di xeteriyê de ye.

Dema ziman nema nasname jî namîne û wî çaxî hebûn û nebûna me weke netewe dikeve sekerata mirinê. Her tişt ji dest diçe.

pêwîste dest jibo destî, nifş jibo nifşî prosesa ziman û bi wê ve girêday prosesa çand û Perwerdeya bi zimanê Kurdî pêşde bibin û xwedî lê derkevin.

GOOGLE yê çend sal pêş de, bi hewl û keda grûpek dilsoz û welatparêzan zimanê kurdî ( zareveya Kurmancî) xistibû di nava lîsteya wergera xwe de, di vê mehê de (Gulan ê) GOOGLE yê zaraveya soranî jî xiste lîsteya wergera xwe. Em vê helkeft û vê bûyera mêjûyî ku rastî rojên cejna zimanê Kurdî tê, li gelê xwe pîroz dikin. Pêwîste bi her awayî û li bin gişt şert û mercan, zimanê şirînê Kurdî di hemû warên jiyanê de bête bikaranîn û parastin û li cîhanê jî zêdetir bête nasandin.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK