Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA REMEZANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin.

Mixabin di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ewe ku yên êrîşî dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Her weha fitwayên xirab û bê binî di mizgeftan de li hember gelê me têne dayîn. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad da pîroz bike.

Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, sêrîde li girtîyên azadîyê, li hemî şervanên azadîyê yên li Rojava, li Başûr û li hemî cepheyan da berxwedana bê hempa dîkîn û yên li seranserê Kurdistanê nobeta azadîyê digrin, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK
16.07.2015