Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA REMEZANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em îsal vê cejnê di rewşeke gelek aloz de pêşwazî dikin. Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê û Cihanê re derbaz dibe.

Niha Cihan giştî li hember nexweşîya Coruna (Covid-19) tekoşînekî mezin dide. Mixabin weke her sal gelê me wê nekare vê cejnê de, mal bi mal digere û bi awayekî girseyî pîroz bike. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên Cihanê çarenivîssaze. Lê her çi dibe bila bibe, dîsa cejn wê bi wateya xwe bê pîrozkirin. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Remezanê, wê hêzeke mezin û îradeyeka bi hêztir bide tekoşîna li hember nexweşîyê, avakirina pêkve jîyana bi aşitî û bextewerî yê.

Di vê rewşa aloz de jî, dijminên me ranawestin û êrîşên xwe berdewam dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk beşek ji rojavayê Kurdistanê dagîr kirîye û dixwaze hemî deskevtên gelê me li wî parçeyî têkbibe. Herweha ev demeke berê xwe daye başûrê Kurdistanê jî, roj bi roj dagîrkerîya xwe zêdetir dike. Di heman demê de, di warê aborî û siyasî de jî, başûrê Kurdistanê qeyranekî giran jiyan dike. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Rojane bi navê parastina sînor, kolber û kasipkarên Kurd têne terorkirin. Li alê din girtin, îşkence û îdam berdewamin.

Li hember êrîşên dagîrkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadîyê û berxwedana gelê me, bi hemî awayî berdewam dike. Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK