Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Remezanê li gelê me pîroz be!

Daxûyanîya Çapemenî  20.09.2009 – Mixabin em dîsa cejnekê, ne azad pîroz dikin. Li hemû perçeyên Kurdistanê êrîsên li ser gelê me didome.

Dîsa mixabin em Cejna Remezanê, Cejna Misilmana pîroz dikin, sosret ewe ku, yên êrîsî dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe dewletên misilman, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nisan dan.

Eha dîsa ewên derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin mesandin bide vasartin.

Li Tirkiyeyê AKP’ê ya bi navê islama sunî, li Suriyeyê Partiya Baas a bi navê sosyalist û bi navê elewîtiyê, li Îranê bi navê Sîatiyê û bi hevalbendiya Elmalikiyê Bexdayê, naxwazin û nahêlin gelê me cejneke xwe ya dînî ku ji dînê wan jî ye aram û azad pîroz bikin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hismendiyek e mezin û di nava tekosineke netewayiya demokratik a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoserê xwe dike.

Em bi hêvî û baweriya ku, gelê me, dê di demek e nêz de bi aramî û astî û azad cejnên xwe û sahiyên xwe pîroz bike, cejna isal a Remezanê li gelê xwe pîroz dikin.

Konseya Rêvebir a KNK
20.09.2009