Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA QURBANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagîrkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Ji nîvê meha nîsanê vîr ve li deverên Zap, Metîna û Avaşîn, şereke dijwar rû dide. Niha jî dewleta Tirk hewl dide di vê cejnê de êrîşek din ya dagirîyê bibe ser Rojava. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewamin û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin. Li Bakur şerê man û nemanê heye.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me û hêzên azadîyê di nava tekoşineke netewayi ya demokratika hemdemî de ne. Êdî gelê me zilm û bindestîyê qebûl nake. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêber û têkoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK