Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA QURBANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagîrkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewamin û pirgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî serve zêdebûne. Li Bakur şerê man û nemanê heye. Li vê alozîya mezin, pandemîya koronayê jî li seranserê Kurdistanê bilavbûye.

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşê gelê me dike. Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagîr kirîye û dixwaze vê dagirkerîya xwe berfireh bike. Eve nîzingê mehek û nîve dewleta Tirk, bi hemî hêza xwe ve êrîşê başûrê Kurdistanê dike. Teybetî li Heftenînê dixwaze dagîrkerîya xwe zêdetir bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadîyê jî, bi hemî awayî berxwe didin, bi qehremanî û bi fedakrîyek mezin êrîşên dijminan vale derdixin.

Berxwedana hêzên Gerîla ya li devera Heftenînê weke destanekîye. Bi vê munasebetê bi şexsîyeta berxwedêrên Heftenîn de em hemî hêzên bexwedêr yên Kurdistanê silav dikin û sipasîya xwe ji wan re pêşkêş dikin. Di heman demêde sêrîde şehîdên berxwedana Heftenînê û hemî şehîdên azadîyê re, girêdana xwe carek din radighînin û di huzûra wan de radiwestin û rêz digrin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayi ya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestîyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.

Ji ber rewşa nexweşîya koronayê, mixabin emê nekarin weke her car cejan xwe pîroz bikin. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku di pîrozbahîyên cejnê de, herkes xwe biparêze û tedbîrên pêwîst bigre.

Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK