Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA QURBANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirinGef û tehdîtên dijminan li ser Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewamin û pirgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî serve zêdebûne.

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşê gelê me dike. Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kirîye û dixwaze vê dagirkerîya xwe berfireh bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadîyê jî, bi hemî awayî berxwe didin, bi qehremanî û bi fedakrîyek mezin êrîşên dijminan vale derdixin.

Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ewe ku yên êrîşê gelê me dikin, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya xwe ya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK
10.08.2019