Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA QURBANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Gund û bajarên me têne wêrankirin, xwezaya welatê me tê şewtandin. Li Rojavayê Kurdistanê şerê azadîyê û berxwedana gelê me, bi hemî awayî berdewam diki. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî berdewamin.

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşê gelê me dike. Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kirîye û dixwze vê dagirkerîya xwe berfireh bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadîyê jî, bi hemî awayî berxwe didin, bi qehremanî û bi fedakrîyek mezin êrîşên dijminan vale derdixin.

Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ewe ku yên bi êrîşî dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.

Cejna Qurbane 2018، Sorani
Konseya Rêvebir ya KNK