Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Noel piroz be

Daxûyanîya Çapemenî 24.12.2009 – Li goreyî ola xiristiyanî, her sal 25’ê Kanûnê weke roja nû, roja pîroz û bi gistî weke roja ji dayikbûna Hezretî Isa tê dîtin û weke cejnek e mezin tê pîroz kirin.Hema hema weke hemû olan û hemû pêxemberan, heta ku pêxemberî û ola Hz.Isa jî hatiye qebûl kirin gelek ês, eziyet û kustin pêkhatiye.Hz.Isa li çarmixê xistin, pistî kustina Wî bi 300 salî, Imparatorê Romayê Costantinê Mezin weke olê dewletê di pejirî ne.

Rojên dîrokî hemû, heta dibe malê gelan û civak lê xwedî derdikeve, êdî hêzen desthilat û dewlet nema dikarin qedexe bikin, bi vî awayî gel weke cejnan pîroz dikin.

Cejnên Zerdestî, Brahîmî, Isewî û hemû pêxemberên din, bi vî awayî bûnin malê gelan û gel weke rojên xwe yên ji dayikbûnê, rojên azadbûnê, rojên xwesî û basiyê pîroz dikin.

Bi vê bîrûbaweriyê, em, Cejna Noelê û Sala Nû, bi taybetê li gelê me yên li Kurdistane yên xiristiyan Ermenî, Asûrî-Suryanî-Keldanî û bi gistî li gelên Kurdistanê û hemû mirovatiya cihanê pîroz dikin.

Bi hêviya em van rojan, li welatê xwe, ne bi destê dewletan, ne bi îcaza wan, belê weke gelên azad, em bi îrada xweya serfiraz pîroz bikin

Konseya Rêvebira KNK
24.12.2009