Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Êzî Pîroz Be

Îro cejne, cejna Êzî ye, cejna avakirinêye. Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li Gelên Kurdistanê û tevayî Mirovahiyê pîroz dikin.

Îsal di rewşeke dijwar de em vê cejnê pêşwazî dikin. Ji ber nexweşîya Koronayê, mixabin emê nekarin weke tê xwestin cejan xwe pîroz bikin. Lê çi dibe bila bibe emê cejna xwe bi wateya wê û gorî îmkanan pîroz bikin. Em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.

Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedarin. Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnarin. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Em Cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe dibînin.
Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka kurdên Êzdî û bi taybetî Êzdiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.

Pênc sal pêş niha bi berxwedaneke mezin, Şîngal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73. hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin niha dîsa ewrên tarî li ser Şingalê digerin. Bê îradeya Şingalîyan peyman têne çêkirin û li ser wan tête ferzkirin. Gelê Şingalê, kesên Şingal azadkirîn û nûnerên gel vê rewşê qebûl nakin û bertek nîşan didin. Ev rewş nayê qebûlkirin.

Pêwîste rewşa Şingalê bi awayekî teybet û hesas bê destgirtin. Parastin û avakirina Şingalê wezîfa hemî hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şingalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Tê xwestin û pêwîste nasmeya Êzidîtahîyê li Şingalê bê parastin, pêwîste gelê me yê Êzidî, bi awayeke xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin.

Bi van hêvîyan em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê