Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Cimaya Seyh Adî Pîroz be

Daxûyanîya Çapemenî 07.10.2009 –Îro cejna tewafa Lalesê ye, destpêka hecê ye, cejna hevdîtin û astiya navxweyî ye, cejna Cimaya Sêx Adî ye. Ev cejn hezar salin li Kurdistan ê, weke cejna heciyan, sahiya hevdîtin û astiyê, tê pîrozkirin. Îro jî, ev cejn, ji alê civaka Êzidî ve, bi awayekî girseyî, bi heman wateyê tê pîrozkirin.

Cejn rojên astî, azadî û dilxwesiyê ne. Em hêvî dikin ku ev cejn jî, li welatê me, bibe bingeha astî, azadî û dilxwesiya civakî. Em bawer dikin ku sêrîde bawermendên Êzidî hemî gelê me, wê li ser vê bingehê, cejna Cimaya Sêx Adî pîroz bikin.

Bi vê munesebetê em Cejna Cimaya Sêx Adî, sêrîde li mîr, pîr, sêx û feqîrên Êzidî, li heciyên Lalesê, li Civaka Êzidî û hemî Gelê Kurdistanê pîroz dikin, astî, azadî û dilxwesiyê dixwazin.

Serokatiya Kongra Netewîya Kurdistan
07.10.2009