Languages: English ‏سۆرانی‎

CEJNA ÇARŞEMA SOR PÎROZ BE

Sibe çarşeme, ÇARŞEMA SORE, Çarşema serê Nîsanêye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNKe, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike. Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan teva.

Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şingal, li Efrîn û li Serêkanîyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewamin. Rewşa Şingalê hêca bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şingalê hingî diçi kûrtir dibi. Eve du rojin artêşa Êraqê li Şingalê ketîye herektê û êrîşê hêzên parastina Êzîdxanê diki. Dema gelê me amadekarîyên pîrozbahîya Cejan Çarşema Sor dikirin, ewan êrîş dane destpêkir. Tam di dema ku artêşa Tirk êrîşê başûrê Kurdistanê kir, di heman demêde tevgera artêşa Êraqê ya li şingalê ne tesedûfe û bi heve girêdayî ye. Em weke KNK, êrîşên artêşa Êraqê yên li ser Şingalê, di heman demê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê, bi tundî şermezar û mehkum dikn. Em li gel gelê Şingalê û hêzên parastina Êzîdxanê cihê xwe digrin û emê hemî awayî wana destek bikin. Em bang li hemî gelê Kurdistanê, dostên gelê me û reya giştî ya Cihanê dikin ku li hember êrîşên artêşa Êraqê, piştgirî bidin xelkê Şingalê. Ev êrîş berdewama êrîşa DAIŞê ye û bedewama Fermana 74. ne.

2 sal pêş niha, bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, bi organîzasyona dewleta Tirk, di navbera Hevlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hevlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye. Pirs li wan nehatîye kirin û îradeya wan hatîye binpêkirin.

Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye. Piranîya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Jiber vê teybetmendîyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingalîyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke teybet bêne destgirtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.

Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de haraket bikin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.

Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
19.04.2022