Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Berxwedanê, Cejna Azadîyê, Newroz Pîroz be!

Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyare. Newroz roja berxedanê ye, Newroz roja serkevtina li hember zulmê ye, Newroz cezna azadîyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestîyê pêkhatîye. Dijî zulmê, koletîyê, dagîrkerîyê, kolonyalîzmê û her reng bindestîyê bûye sembola rizgarî û azadîyê.

Îro gelê Kurd, bi keda xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kirine şahîyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li meydanên dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê de Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tête pîroz kirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengîyên dagirkeran, disa jî bi wateya xwe tête pîroz kirin û agirê rizgarî û azadîyê gurtir tête hilkirin.
Bi Newrozê ve em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya tekoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek alîyan ve êrîş dikin. Teybetî dewleta Tirk, jibo têkbirina hemî deskevtên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşekî mezin de ye.

Dewleta Îranê jî bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me jibo lewazkirin û têkbirna vê statuyê, li ser karin û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têkbibin.

Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêza parastinê bê xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şkanandin, divê deskeftên heyî bêne parastin û deskevtên nû bêne bi destxistin.
Jibo van hemîyan divê di sêrîde yekrêzîya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtîya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadîyê.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Heman demê de nexweşîya Koronayê jî heye. Lê disa jî emê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Çi dibe bila bibe, bila herkes tedbîrên xwe yên li hember nexwşîya Koronayê bigre û weke salan dakeve qada Newrozê û bi rihê serkevtina Garê cejna xwe pîroz bike.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da, agirê Newrozê divêt bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û bawerîyê Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza vê salê ya 2021 î bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkevtinên mezintir.

Dem dema azadîyê ye.

Newroz pîroz be!

KNK