Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxuyanî

Sersaxi Ji bo Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê

Birêz Lavrov ê hêja, Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji ber şehadeta dîplomatê rûsyayî birêz Andrey Karlov sersaxîyên herî ji dil pêşkêşî Rûsya, gelê wê yê pirnetewe û We dike. Windakirina mirovekî ku tevahîya jîyana xwe xizmeta Welatê xwe dikir û nûnertîya wê di qada navnetewî de dikir, bêguman, windahîyeke mezin e. Em dixwazin ku Hûn…

Sersaxî ji Gelê Alman re

Dema cîhana kiristiyanan amadekariyên cejnê dikirin roja 19.12.2016 kiriyarek teroritî li Berlîn paytexta Almaniyayê pêkhat. Di bûyerê da 12 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkê 50 kesan jî birîndar bûn. Li ser navê Kongreya Neteweyiya Kurdistanê  KNK, em sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan dikin û saxî û silametiya bi lez ji birîndaran re…

Cejna Êzî Pîroz Be

Îro cejne, cejna Êzî ye, cejna avakirinêye. Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li Gelên Kurdistanê û tevayî Mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan. Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî…