Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxuyanî

Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê Adem Uzun ji teref polîsê Fransayê ve bêyî sebeb hatîye girtin.

Daxûyanîya Çapemenî 10.10.2012 – Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê Adem Uzun ji teref polîsê Fransayê ve bêyî sebeb hatîye girtin. Konseya Rêvebir ya KNKê gelek lezîn li ser vê pirsê rawesta û vê girtina neheq û bêqanûnî sermizar û protesto dike. Adem Uzun wekî endamê Konseya Rêvebir ji ber karûbarên dîplomatîk û amadekarîya Konferansa 13ê…

Belçîka, mafên gelê kurd bin pê neke

Daxûyanîya Çapemenî 2012 – Desthilatdariya AKPê, ji aliyekî ve dibêje, ezê pirsgirêka kurd çareser bikim, ji aliyê din ve, serekî pirr dijwar û pirr alî li dijî gelê Kurd dide mesandin. AKPê, li welat û derveyî welat serê li dijî gelê Kurd, di çarçoveya antî huquqî û li dijî peymanên mafên mirovan de kiriye pratîkê.…

Sersaxi bo Prof. Dr. Ismet Serîf Wanli

Daxûyanîya Çapemenî 09.11.2011 – Prof. Dr. Ismet Serîf Wanli ku du deman serokatiya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê kir, vê sibehî, li Swîsre çu ser dilovaniya xwe. Wefata Prof. Dr. Ismet Serîf Wanli, ji bo me, ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e. Em weke KNKê, ji malbata wî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.…

Daxuyanîya kombûna ”Sêwira Neteweyî”li Brukselê

Daxûyanîya Çapemenî 22/23.10.2011 -Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK] di rojên 22-23ê meha dehan da [Çirî 2011], du roja, bi navê ”Sêwira Neteweyî” kombûnek organîze kir. Kombûn di demekî wisa da pêkhat ku li ser Kurdistanê êriskarîya dewletên dagîrker di dereceya herî bilind da berdewam bû. Bi taybetî dewleta Tirk ji hemû cepheyan êris û operasyonên…