Languages: English ‏سۆرانی‎

Çaremin Salvegera Serkevtina Berxwedana Kobanê û Têkbirina DAIŞê Pîroz be

Kobanê çirîska destpêkê ya şoreşa Rojavaya Kurdistanê ku di 19ê Tirmeha 2012ê da gava ewil ya azadîyê avêtibû û hêzên rejima Şamê tesfîye kiribûn û îdareya bajêr hilgirtibû destê xwe. Kobanê yek ji Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye ku di 27ê Kanûna Paşîn [January] ya 2014ê da îlana statûya kantonî hatibû kirin. Kobanê bi vê serhildêrî û berxwedana xwe bû hedefa dijminên dagîrker. DAIŞa ku ji hevîrê nijadperestîya herêmê û cîhadîst pêkhatî, tehemula serkevtina Kurdistanîyan ya li rojavaya Kurdistanê nekir û êrîşê Kobanê kir. Hemû dagîrkerên Kurdistanê ji vê êrişkarîya DAIŞê memnûn bûn, lê piştevanîya herî xurt û eşkere ji dewleta Tirkîyeyê hat ji bo DAIŞê. Dewleta Tirkîyeyê daku Kurd li ” Bakurê Sûrîyeyê” berze bikin destekeke kamil ya lojîstîk da DAIŞê. DAIŞa ku di cepheyên Til Koçerê, Til Xelef û deverên din da şkesteke mezin xwarî bi wê kîn û nefretê êrîşa Kobanê kir.

Kobanîya ku ji Îlona 2014ê pê ve bi ber pêlên êrişa DAIŞê ketî, berxwedaneke mezin nîşan da. DAIŞê dagirîya Kobanê ji bo xwe kire hedefa sereke. Lê Kobanîyan jî berxwedan û parastina Kobanê jo bo xwe kirine armanca man û nemanê. Kobanîyan di pêşengîya YPG û YPJê da, berxedaneke mezin organîze kirin. Kobanê adeta bû meydana cenga dijê wehşetê. Kurdan, Kurdistanîyan, navçeya rojhilatanavîn û dinyayê li ser vê rastîya Kobanê pozisyon wergirt.

Kobanê, li seranserê Kurdistanê bû merkeza parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahîyê. Kurd di hewildana parastina Kobanê da bûne yek. Ji bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê Hêzên Gerîlla, ji başûrê Kurdistanê Hêzên Pêşmerge çûne hawara YPG-YPJê û xelkê Kobanê. Ji seranserê Kurdistanê û meydanên diasporayê, bi sedan xelkê sivîl bi fedakarîyeke bilind berê xwe dane Kobanê û mil bi milê Kobanîyan şerê parastina welêt kirin. Kobanê bû çeperê nîşandana welatperwerîya Kurdistanê. Dinyaya humanîter û demokratîk bû heyranê berxwedana Kobanîyan û xelkê Kurdistanê û piştevanîyeke mezin û xurt nîşandan. Koalîsyona Navnaneteweyî ya Dijê DAIŞê jî, destekeke mezin û xurt ya leşkerî û mirovî da Kobanê.

Kobanê bi vê pêla bilind û xurt ya tifaqa navxweyî û piştevanîya dinyaya demokratîk, di 26ê Kanûna Paşîn [January] ya 2015ê da, ji DAIŞa wehş û tarî hate rizgar kirin.

Berxwedana Kobanê, bû destpêka şkestin û têkçûna DAIŞê. DAIŞê, derba şkestinê ya yekemîn li Kobanê xwar. Piştî serkevtinê, hêzên ku Kobanî rizkarkirin, gav bi gav li pey DAIŞê ketin û paytexta wan (Reqa) jî di nav de, hemî dever ji wan hêzên tarî rizgarkirin. Çar sal piştî rizgarkirina Kobanê, di çaremîn salvegera rizkarkirinê de, DAIŞa reş jı gundê paşî jî hate derxistin û herêm bi temamî hate rizgarkirin. Niha di destê DAIŞê de ne bajar ne gund çi dever nemane. Ji bo mirovatîyê ev serkevtinek û zaferek mezine. Ev serkeftin ev zafer ya hêzên QSDê û hevkarên wan Hêzên Hevpeymanane. Em QSDê û hevkarên wê bi dilekî germ pîroz dikin.

Di heman demêda niha salvegera hefteya damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye. Weke tê zanîn 21.01.2014an da Kantona Cizîrê, 27.01.2014an Kantona Kobanê û 29.01.2014an Kantona Efrînê hatin damezrandin û îlankirin. Serkeftina Berxwedana Kobanê û têkbirina DAIŞê jî di heman hfteyê da pêkhat. Em niha 3 serkeftinan bi hevre pîroz dikin.

Ev serkeftin bi bedelekî mezin, bi keda hezaran şehîdên nemir û berxwedêrên leheng pêkhat. Em sêrîde şehîd û berxwedêrên Kobanê, Rojava û hemî Kurdistanê, bi rêz û hurmet bîr tînên û li ber bîranîna bejna xwe ditewînin.

Bi vê ve girêdayî em çaremîn salvegera Serkeftina Berxwedana Kobanê, pêncemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê û têkbirina hêza reşûtarî DAIŞê, sêrîde li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serkeftinê dixwazin.

Salvegera Sekevtina Kobanê û Têkbirina DAIŞê. Sorani

Konseya Rêvebir ya KNKê