Languages: English ‏سۆرانی‎

Bîranîna 41 salîya qetliam û raguhestina Kurdên Feylî

Berî 41 salan, di proseyeke şovînî û hovane da, ji alî rêjîma Be´s a herifi ya dewleta Îraqê ve zêtirî 600 hizar hevwelatîyên bê guneh ên kurdên Feylî, bi darê zorê û qereqoşiyane nasnameya Îraqî jê sendin û li ser ax û zêda xwe hatin der kirin û derbasî alîyê dinê sînûrên dewleta Îranê kirin. Piştre dest bi ser mal û mulkên wana girtin û zêdetir ji 20 hizar genç û cewanên Feylî destgîr zîndanî û bê ser û şon kirin. Heta roja îro jî çarenivîsê wan winda û ne diyar e.

Komkujîya kurdê Feylî, birîneke ev 41 sal in hê xwîn jî diçe û di heman dem da pirseke neteweyî ya gele Kurdistanê ye. Kurdên feylî beşekî resenê neteweya kurd in, her dem di nava xebat û tekoşîna bizava neteweyî û niştîmanî ya gelê Kurdistanê da cih girtin e bi hezaran jî div ê rê da cangorî bûn e. Ji egera giringî ya cih û cografiya hebûna wan ku dikevîte navenda dewleta Îraqê û bi dirêjiya sînûrê destkirdê navbera başûr û rojhelat ( Îraq û Îran )ê da, herweha rolê giring û bandora wan di bizava rizgazîxwazîya Kurdistanê da û ji bo ku ti carî jî jiyana bindestî û zulma dagîrker û diktatoriyet nepejirandine, her tin ji bo bi destveanîna mafên xwe yên neteweyî û niştîmanî rêya xebat û tekoşîne girtine ber xwe û berxwedan e. Loma bi dirêjiya dîrokê bi deste desthelatdarên dewleta Îraqê duçarî pêlên qirkirin û asîmilasiyon bûne.

Di roja îro de û piştî 18 sal ku ew rêjîma tawanbar herifî, hê keys û mafên zeftkirî yên kurdên feylî bi hilawîstî mane û xelkê zirabûyî li jêr yasa yên ne dadperwer da jiyan dikin û birînên wan yên rohî û derûnî her bi kûrî man e. Di niha da kurdên feylî di wan herêman da dijîn yên ku li jêr hela şovînî û tunrewîyê rastî derdeserî û nerehetîyeke mezin da ne û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê ku 41 saliya qetluam û karesat û fermana li dijî gele xwe bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî cangorîyên kurdên feylî diçemînin û daxwaza mafên wan li Îraq û herêma Kurdistanê û herweha Civaka navneteweyî bi rewa dizanin û hewl û xebata xwe ji bona çareserkirina vê pirsa han berdewam dikîn.

Di heman dem da jî daxwazê ji desthilatdariya başûrê Kudistanê bi part û hêz û rêxistiyên Kurdistanî dikin kul i kurdên feylî û pirsa wan xwedî derkev in û bi hev re hewl bidin ku ew tawan û zulma ser wî beşe giringê gele me nehêlin biparêz in. Em piştevanîya xwe ji bo helwîstên wan alîyên dilsoz yên vê armancê disan radigehînin.

Vegerandina mafên rewa û zewtkiriyên kurdên feylî, di serî de pêwîstî bi yekrîzîya navxweyî ya xwe feylîyan heye û herweha hêz û alîyên kurdî yên nava sîstema dewleta fedral a Îraqê ku vê pirsa han bi ya xwe bizan in.

Silav li giyanê qurbanî û cangoriyên komkujîya Feylîyan û tevaya Cangoriyên kurd û Kurdistanê.

Komîteya Kurdên Feylî – KNK