Languages: English ‏سۆرانی‎

8 ADAR Ê: Bİ YEKÎTIYÊ EM Ê BAVİKSALARÎ Û FAŞÎZMÊ TÊK BİBİN!

Em jinên Kurd 8ê Adara îsal di nav du hevsengîyên giran de peşwazî dikin. Li alîyekî siyaseta faşîzan, dagirkerî û mêtînkeriya dewletên dagirker li ser Kurdistanê zêde dibe, li alîyê din jî, zulm û zexta civakî ji aliyê zayendparêzî û baviksalariyê ve xwe li ser jinên Kurd ferz dike. Her du jî dixwazin hêz û rêxistinbûna mezin a azadîyê bê deng bikin. Hemû deshilatdar, çi dewlet çi jî mêrên serdest, dizanin ku dînamîk û hêza bingehîn a azadîya siyasî û civakî, azadîya jinan e. Lewma ji bo pêşiya vê hêzê bigrin, zext û zulmê zêde dikin.

Di serî de dewleta dagirker û metînker, Dewleta Tirk ji bo ku karibe xwe li ser piyan bigre, îro li Bakur, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar li dijî Kurdan dimeşîne. Hemû danustandinên xwe yên dîplomatîk jî, li ser dijberîya Kurdan ava kirîye. Ji bo ku li Tirkiyê di nav civakê de jî, dengê azadî û demokrasîyê bilind nebe, banga desthilatdariya mêrên serdest dike û her diçe koletîya li ser jinan pêşve dixe. Jixwe pergalên faşîzan di karekterên xwe de ne tenê li dijî pirrengiya civakî ne, dixwazin gelan bi rêya koletiya jinan teslîm bigrin. DAÎŞê xwest ku vê yekê li Rojava, Sûrîye û Rojhilata Navîn pêk bîne. Huqumeta AKP-MHP jî wek mîmarê DAÎŞê dixwaze vê sîyasetê li Tirkîye û Rojhilata Navîn bi rêya qanûn, siyaset û çandê bi cîh bike. Di vê çarçovê de AKP-MHP tenê dujminên Gelê Kurd nîn în, dijminatiya jinan jî stratejiyeke sereke ye.

Gerîllayên jin ên Kurd wek lehengan li dijî DAÎŞê şer kirin. Îro serkeftina leşkerî û şikestina DAÎŞê neze. Êdî erka hemû jinên Kurd ew e ku giredayê serkeftina leşkerî li dijî DAÎŞê, di qada civakî, çandî û sîyasî de jî têkoşîna li dijî îdeolojîya DAÎŞê ya ku nûnertîya wê AKP-MHP pêk tînin, xurttir bikin. Erka welatparêzî û xwedîlêderketina rihê têkoşîna azadîya jinan ya 8ê Adarê ew e ku faşîzma di peşengtîya dewleta Tirk bişkênînin.

Li aliyê din ev tekoşîn pewîst e, li dijî îdeolojiya serdestiya mêr di nava civaka Kurd de jî, bê şikênandin. Zêdebûna zevecan a di temenê biçûk de û kuştina jinan, li Kurdistanê her diçe zêde dibe. Li Başûrê Kurdistanê di kampên penaberan de firotina keçan a di temenê navbera 10, 11, 12 salî de gihîştiye asta rajorîn. Her wiha li Başûrê Kurdistanê roj nîne ku jinek neyê qetilkirin. Kuştin û xwekuştina jinan li Rojhilat, Bakur û di nav Kurdên dîyaspora Ewropayê de jî, zêde bûye. Bi baldarî pêwîst e, em jin wan bûyeran wek pirsgirêka neteweyî bigrin dest û bi rêya torên sîyasî û civakî, kuştina jinan û handana (teşfîqkirina) ji bo xwekuştinê wek suçê mirovahiyê û nirxên li dijî welatpareziyê di nav civaka Kurd û Kurdistanê de bigrin dest.

Yên li dijî baviksalariya ku binesazîya faşîzmê ye, di qonaxa herî girîng a dîroka Kurdan de pêşengiyê dike dîsa jineke Kurd e. Leyla Guven him wek Kurd him jî wek jin îro bû sembola pêşengiya li dijî şer, mêtîngerî, dagirkerî û faşîzmê. Pêwîstî heye ku jinên Kurd li berxwedana Leyla Guvenê xwedî derkevin, da ku pergala li dijî Kurd û jinê ji binî ve bişkê. Di vê çarçoveyê de, daxwaza Leyla Guven û hemû berxwedêrên girevên birçûbûnê ji bo azadîya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pir gring e. Birêz Abdullah Ocalan azadîya jinan, kir pîvana azadîya civakê. Êdî hebûn û rexistinbûna jinan bû garantîya azadîya Kurdistanê. Ji ber wê sedema rixme hemû paşveketina baviksalariya civakî û faşîzma dewletên dagirker, jinên Kurd di asta cîhanê de wek şopdarên Clara Zetkîn û şoreşa navneteweyî ya jinan tê pejirandin.

Di salvegera 8ê Adarê de em bejna xwe li hember hemû jinên şehît ditewînîn û dubare piştgiriya xwe ji bo berxwedrêrên girevên birçibûnê tînin ziman.
Daxûyanîya 8ê Adarê-Soranî

Komîsyona Jinan a KNKê