Daxûyanîya Çapemenî 20.11.2010- Sîddeta li ser jinan sucekî herî giran ye mirovahîye ye. Bi destxistina desthilatdarîye ji alîye meren serdest ve jîyan li jinan u civakê teng kiriye. Bi nerînen sîstema merên serdest jin cinsekî lawaze u dive her dem di bin desthilatdarîyan meran de tevbigerin. Li gorî berjewendîyên sîstema ku destdirejî hemu nirxên herî giranbuha yên jin u civakê dike, divê dengên dîjber dernekevin. Dema ew dengên dîjber bilin dibin jî bi hemu hêza xwe erîs dike da ku van dengên bilind buye qût bikin.
Bedena jinê, zarok, xweza, tevna çandê û dagîrkeriya erdê welatan, ku ev awayên pêkanîna çanda tecawizê ne, qadên pêkanîna zêhniyeta serdest in. Di heman demê de ev rêbazên zordestî, destdanîna ser, standina bi zorê, milkkirin, ser, asîmîlasyon-bsaftin, sidet û destdanîna ser kedê ne. Hêzên serdest tecawiza ku ji bedena jinê dest pê dike, di her qada jiyanê de pêk tînin. Tecawiz, çekeke wisa ye ku zêhniyeta serdest ji bo ku îradeyê biskîne û bibe xwedî li ser jinê, kesan û gelan bi kar tîne. Di wijdana civakê de wisa dane qebûlkirin ku talan û xenîmeta herî girîng tecawiza jin û zarokan e û ev pêwîstiya ser hatiye dîtin.
Hêzên serdest yên Kûrdîstane ji bi zorê dest direjî ax, nirx, ziman, nasname û hemû dewlemendîyen Kûrdan dikin. Di bin navê îslamîyetê de Ji bo jinên Kûrd neçin cennetê berî îdamkirinê destdirejî jinên Kûrd dikin. Jinan dixin zîndanan û dixwazin pêsî li tekosîna wan bigrin. Dayikên gerîlla weku dayikên terorîsta bi nav dikin. Li dibistanan ajantîye pesdixin, ticareta li ser bedena jinan bi fermî didin mesandin. jinen kurd dixin zindane li her car parcen kurdistane, desthilatdar en li kurdistane bawerîya xwe bi wekhevîya jin û meran tûneye. Ji jinen rexistinkiri ditirsi. Bi her awayî jin u civak ru be ruyî sîstemek dirindene.
Li hember vê sîstem êrîskar, nêrînen serdest û polîtîkayên destdirejî yê bi taybet li her çar parçên Kurdîstanê, rojhilatanavîn û li cîhanê tekosîna jinên Kûrd ya bi rexistinkirî her ku diçe firetir û bi heztir dibe. Le li hember ve yeke ji mixabin hîn jî li her çar parçên Kûrdîstanê întîhar û xwe sewitandina jinan berdewame. Hîn qelen heye, pirjinî heye, sûneta jinan li hin deveran berdewame, nesandina jinan ya dibistanê u pêsî li wan girtin mixabin didome.. Jin hîn jî bedena xwe difrosin. Hemu jin nebune xwedîyê biryar û îrada xwe .Di nav hemû jinên çalakger de yekîtîyek pewîst nehatîye avakirin. Di salen dawi de jinen kurd bi taybet ji bo yekitiya netewi di nav liv u tevgere de ne. Ji bo xebatek hin bi heztir pewisti bi xebatek rexistinkiri ya mezin u xurt heye.. Em bang li hemu jinen kurd dikinu dibejin ku yek jinek kurd dive derveyi xebata jinan a azadixwaz nemine, li hember sîddet û destdirejîya sîstema desthilatdar dengê xwe bilind bike. Ji bo xebatek hevbes sedemen me jinan pirin. Di tekosine de israr we bibe garantiya serkevtine
Komisyona Jinan ya KNK ê
20.11.2010