Languages: English ‏سۆرانی‎

Bi armanca geşkirina diyalog û aştîya navxweyî beyannameya Civata Giştî ya 18. ya KNKê

BEYANNAME
I.
Civata Giştî ya 18. ya KNKê bi şîara “Bi Armanca Geşkirina Diyalog û Aştîya Navxweyî” kom bû. Ji bilî endaman mêhvanên vexwandî jî amade bûn. Bi giştî pirs û pisrgirêkên navxweyî, navçeyî, navneteweyî û tesîra wan ya li doza Kurdistanê bi berfirehî hatin gotûbêj kirin.

Vê kombûna mezin ya KNKê bi formata şêwira neteweyî û niştimanî gelek vekirî tesbît kir ku îro di meydana siyasî ya Kurdistanê da pirsgirêka herî berbiçav nebûna aştîyeke kamil ya navxweyî ye. Di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî da diyalogeke bêdil heye. Helbet di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî da şerekî fizîkî nîne û eve cihê keyfxweşîyê ye, lê belê, diyalog û hewayekî germ yê aştîyane di navxweyî da xuya nake û eve gelek micid cihê nigeranîyê ye. Berî hertiştî divêt ev hewayê negatîv bête belav kirin û li şûnê hewayekî germ yê neteweyîyane û niştimanîyane bête bi cih kirin.

Saxlemkirina vî hewayî bi geşkirina aştîya navxweyî mumkun dibe.

Di prosesa dirêj ya têkoşîna neteweyî û niştimanî da bedelên giran hatine dan. Îro di encama vê fedakarîya mezin da destkevt hene, serkevtin hene. Lê herwisa ji dest dan hene, binkevtin hene. Bi giştî serfirazî jî heye, encamên ku em pê dilşkestî bin jî hene. Di vê berxwedana dirêj da hindek dînamîkan gelek hindekan kêm şaşîtî, kêm û kasî û qusûrî kirine. Mixabin ku xetên sor yên Kurdan dîsa ji alîyê Kurdan bi xwe ve hatine beqem kirin. Digel hindê jî em wekî KNK van hemû xeletîyan bi sifetekê bi nav nakin û tewsîye jî nakin. Ji ber vê çendê divêt Kurd û Kurdistanî pêkve projektora xwe bi baldarîyeke ron û zelal bidene ser plan, proje, kir û kiryarên dijminan ku gelek aşkera dixwazin doza Kurdistanê bifetisînin. Li ber vê rastîyê dînamîkên Kurdistanê divêt enerjîya xwe li ser êşandina hevdu xerc nekin û divêt vê enerjîya xwe bi hev ra dijî dijminan bi kar bînin.

Di vê qonaxa tête jîyan da xetereke gelek mezin heye ku destkevtên mezin ji alîyê dewletên kolonyalîst ve têne tengav kirin. Di nav van dewletan da bi taybetî Tirkîye û Îran beramberî Kurd û Kurdistanê gelek dijminane, neyarane hereket dikin. Ji siyaseta sivîl bigirin heta ya leşkerî bi her awayî di nav pozisyoneke êrişkar da ne û ji bilî kuşt û kuştdarîya li cih û warên Kurdistanê herweha ji esmanî ve jî bombardumaneke qetlîamkar dikin.

Ev dewletên kolonyalîst ji alîyekê ve jî ji ber nebûna aştî û yêkîtîya navxweyî ya dînamîkên Kurdistanê firseteke mezin peyda dikin û gelek bi sanahî polîtîkayên xwe yên birandinê li Kurdistanê realîze dikin.
Pratîka van du salên dawîyê vê yêkê bi zelalî nîşan dide. Kêm zêde hema bêjin hemû dînamîk adeta li ser lawazkirin û tesfîyeya hevdu di nav reftareke negatîv da ne. Eve bi zêdehî ve rêya xirabker ya dijminan xweş dike. Lewma daxwaza me ew e ku em careke dî vî keysî nedine dijminan û zûtirîn dem dawîyê li vê belavîya navxweyî bînin û di serî da di navbeyna dînamîkên Kurdistanê da vî hewayê sar berevajî bikin anku germ bikin, diyalogeke xurt pêkbînin û gav bi gav aştîya navxweyî ava bikin ku dijmin êdi nikarin bi me bileyizin û bigihine armancên xwe yên nemirovî û gemar.

Ji bo vê armanca mezin ya avakirina aştîya navxweyî divêt programeke bi rêze aktîvîteyan bête amade kirin. Di serî da divêt bi seredanîyan têkilî bêne germ kirin, sarîtîya heyî bête berteref kirin. Her kes û hêz di bingehê xwe da lê bi van danûstandinên germ divêt têkilîyan xurt bikin. Di vê prosesê da karê herî giring, di pirsa beramberî dijminan da hişyarkirina hissîyata neteweyî û niştimanî ye.

Di rojên giring û pîroz yên polîtîk, neteweyî û dînî da divêt edetê seredanîyan bête dest pê kirin. Bi taybetî rojên neteweyî û niştimanî bi programên hevpar û digel hevdu divêt bêne pîroz kirin. Dînamîkên neteweyî û niştimanî herwekî edetê salan yê di nav xelkê da, di şîn û sahîyan da divêt mil bi milê hev bi hev ra bin. Hindî mumkun divêt hewil bête dan ku di navbeyna organîzasyonên siyasî û sivîl da karûbarên hevpar bêne plan kirin, proje bêne çêkirin û pratîze kirin. KNK bi her awayî dê di vî warî da hevkar be, piştevan be û tewsîyekar be.

KNK bi giringî û bi dengekî bilind hawarê dike ku di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî da her çi pirsgirêk, arêşe, alozî, pirozîk, hevdu şkandin û dilgiranî çebûyî û rûdayî jî bin, îro divêt eve bêne paşdan û bi ruheke birayane destê hevdu bigirin, hevdu sûcdar û dadgeh nekin û firsetê bidene pêkhatina germ ya aştîya navxweyî. Bila neyê ji bîr kirin; hindî ku Kurd û xelkên dî yên li Kurdistanê di nav xwe da û digel hevdu aşt bin dê zûtir û sanahîtir yêkîtîya nav xwe vehûnin û pêkbînin.

II.
2019ê dê civata giştî ya 19. ya KNKê bête kom kirin ku herwisa 20 salîya KNKê ye jî. KNK bi vê munasebetê dê hemû kar û xebata xwe, pîrozbahîya bîst salîyê û hazirîya civata giştî di çarçoveya geşkirina diyalog û aştîya navxweyî da pêkbîne.

III.
Eve serê bîst salan e ku rêberê bizava PKKê birêz Abdullah Öcalan di destê dewleta Tirk da dîl e. Ji 2015ê were têkilî bi timamî lê hatîye birîn û di bin tecrîdeke giran da ye. Ev reftara dewleta Tirk bi çu awayî nayê qebûl kirin. Ji bo azadîya wî divêt karekî daîmî bête kirin û di serê rojevê da be. Civata Giştî ya 18. ya KNKê di vê xebata geşkirina diyalog û aştîya navxweyî da biryar da ku li sala 2019ê ku bîst salîya esareta wî ye, du sepozyuman pêkbîne. Ya yêkê di meha Sibatê da bi beşdarîya temsîlkarên dînamîkên neteweyî û niştimanî, ya duyê jî di meha Hezîranê da bi beşdarîya kesayetîyên navdar yên navneteweyî yên biyanî dê bêne kirin. KNK daxwazê ji hemû dînamîkên Kurdistanê û xelkên Kurdistanê dike ku di xebat û têkoşîna azadkirina Öcalan da aktîv bin û piştevan bin.

IV.
Li Tirkîye û Îranê rewşa Kurdistanê bi gotina herî sade gelek xirab û dijwar e. Tirkîye bi timamî siyaseteke birandêr didomîne. Ji bilî kuşt û kuştdarîyê, ji erd û esmanî bombardumanê di dereceya herî bilid da dike. Herwisa di warê sivîl da timamî rêyên xebatê birîne, bloke kirine û bi hizaran siyasetmedaran digire ku hefs tijî kirine.

Îran ji dewleta Tirkîyeyê kêmtir namîne û li Kurdistanê jîyan li xelkê heram kirîye. Hemû kir û kiryarên nemirovî dike û di ser da jî îdaman didomîne. Digel vê zulm û zora li nav, bi roket û fuzeyan êrişî başûra Kurdistanê jî dike ku herî dawîyê bi dehan siyasetmedarên ji rojhilata Kurdistanê hatin qetil kirin. Ev pozisyonên êrişkar û birandêr yên Tirkîye û Îranê qabilî qebûl nînin. Em wekî KNK gelek bi xurtî van polîtîkayên wan şermizar dikin. Lê herweha bang li rêvebirên Tirkîye û Îranê dikin ku dawîyê li vê dijminahîyê bînin û rojek zûtir digel temsîlkarên Kurdan muzakereya pêkhatineke maqûl bikin. Rehetî, tenahî û silametîya Tirkîye û Îranê bi vê têkilî û pêkhatina digel Kurdan mumkun dibe.

V.
KNK ji hukûmeta Bexdayê daxwazê dike ku beramberî temsîlkarên xelkê Kurdistanê adil bin û heq û huqûqê xelkê Kurdistanê herwekî di makqanûna Iraqa Federal da hatîye destnîşan kirin qebûl bikin û di pratîkê da bi cih bînin. Herweha KNK daxwazê ji hukûmeta Şamê jî dike ku statuya xelkê Kurdistanê bi rengekî demokratîk qebûl bikin û digel xelkê Kurdistanê li ser bingehê azadî, wekhevî, aştî û dadîyê pêkhatineke adil û maqûl bikin.

VI.
Di serî da Elmanya û bi giştî dewletên Yêkîtîya Ewrûpayê [YE] divêt qebûl bikin ku nufûseke boş ya Kurdan di vê cografyayê da heye. Duyemîn hêza dîasporaya Kurd li nav dewletên YEê ye. Reftara giştî ya YEê beramberî doza Kurdistanê mixabin ku gelek zelal, vekirî û dostane nîne. Hêj jî doza Kurd û Kurdistanê gelek bi rehetî gorî berjewendîyên xwe dikin ku eve ne wijdanî nejî ehlaqî ye. Helbet têkilî û menfeetên wan dê digel Tirkîye û Îranê hebin û Kurd rêzê li vê polîtîkaya wan digirin. Lê belê, di warê mafên mirovî, normên azadî, wekhevîtî û dadîyê da pozisyoneke kamil ya rast û durust nîşan nadin ku eve qusûreke mezin e bo wan. Qedexeya li ser PKKê û kirina wê ya li lîsteya terorê esasen hebûna YEê û normên wê seqet dike û ev polîtîkaya wan xizmeta kevneperestî, paşverûtî û antî demokratîtîya dewletên wekî Tirkîye û Îranê û bi giştî li rojhilatanavîn dike. YEê divêt digel prensîbên xwe durust be û zûtirîn dem vê qedexeya li ser PKKê rake û PKKê ji lîsteya terorê derêxe. KNK hêvî dike ku YE hem beramberî dîasporaya Kurd ya di nav xwe da hem jî digel xelk û rêvebirên Kurdistanê di nav têkilîyeke heqqane, dostane û dadyar da bin û piştevanê doza Kurd û Kurdistanê bin ku dozeke heq û rewa ye.

VII.
Amerîka û Rûsya îro di warê siyasî, ekonomîk, leşkerî û teknolojîya fezayî da di nav rikeberîyeke mezin da ne. Rojhilatanavîn jî îro bûye meydaneke rekabetê di navbeyna herdu dewletan da. Yêk ji xelkên qedîm yên vê cografyayê jî Kurd in. Neheqî û bêdadîyeke mezin li Kurdan tête kirin. Di destkevtên Kurdan yên îro da li başûr û rojavaya Kurdistanê bi taybetî Tirkîye û Îran di nav xirabkerîyeke mezin da ne. Amerîka û Rûsya li navçeyê gelek aktîv in. Ji vê rikeberîya wan ya piralî Kurd zerareke mezin dibînin. KNK daxwazê ji herdu dewletan dike ku mafên Kurdan, destkevtên Kurdan nekine gorîyê berjewendîyên xwe û digel bizava azadîyê ya Kurdan piştevan bin.

VIII.
Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî [UN] rewşa rojhilatanavîn ji nêzîk ve taqîb dike. UNO divêt li goreyî prensîbên xwe piştevanê azadîxwazan û parêzerên mafên mirovan be ku Kurd tekoşîna azadîyê û mafên mirovahîyê didin. Kurd li navçeyê dijî her reng zulmê, kevneperestîyê, paşverûtîyê, nijadperestîyê bi vê têkoşîna xwe ya xurt bedelên giran didin. Kurd bi vê pozisyona xwe ve mafdar in ku di UNOyê da bêne temsîl kirin. KNK daxwazê ji UNOyê dike ku kursîyeke temsilkarîyê bidene Kurdan.

IX.
Piranîya xelkê Kurdistanê musulman in. Tirkîye, Îran û herwisa Iraq û Sûrîye endamên Rêxistina Hevkarîya Îslamî [Islamic Cooperation Organization] ne. Bi taybetî Tirkîye û Îran beramberî xelkê Kurd siyaseteke xeddar û bêdad didomînin û mafê xelkê Kurd binpê dikin ku eve li goreyî normên îslamî jî neheqîyeke mezin e. Hukûmetên Bexda û Şamê jî di nav reftareke neadil da ne. KNK bi giringî bangî Rêxistina Hevkarîya Îslamî dike ku beramberî bizava neteweyî ya xelkê Kurdistanê bêgane nemînin, ji nêzîk ve di nav têkilîyê da bin û heq û huqûqê xelkê Kurdistanê biparêzin û dewletên Tirkîye, Îran û hukûmetên Bexda û Şamê bi xurtî hişyar bikin ku dawîyê li vê bêdadîya xwe bînin.

X.
Di tekoşîna azadîyê, aştîyê, wekhevî, mafên mirov û demokrasîyê da xelkê Kurd bedelên giran dide. Bi taybetî xwudanên bawerîyeke qedîm Kurdên Êzîdî di vê prosesê da bûne hedefa dijminan û bêdadîyeke mezin bi serê wan hate înan. Herî dawîyê li Iraqê ji alîyê hêza kevneperest û paşverû DAIŞê ve rûbirûyî jenosîdê hatin û bi taybetî jinên Kurdên Êzîdî hatin dîl kirin û kuştin. Yêk ji wan jinên Kurdên Êzîdî jî Nadiya Mirad bû ku hatibû dîl kirin. Wê bi sebir û sebatê xwe ji destê DAIŞê xilas kir û destek da têkoşîna aşkerakirina rûyê reş yê DAIŞê li dinyayê. Ji ber vê bizava wê ya bi cisaret ya azadî û aştîyê, xelatê bi seng û bi prestîj li dinyayê xelatê NOBELê yê aştîyê digel Dr. Denis Mukwege [Kongoyî] bo wê hate dan. KNK bihayekî mezin dide vê bûyerê û komîteya NOBELê pîroz dike ku jineke Kurd ya Êzîdî xelat kirin. KNK vî xelatî herwekî xelatdayîna hemû jinên Kurd û pêkve xelkê Kurd qebûl dike ku Kurd hem bo azadîya xwe hem jî bo aştîya rojhilatanavîn û dinyayê bi bedelên giran têkoşînê didin. KNK bi vê munasebetê careke dî Nadiya Miradê ji ber wergirtina xelatê aştîyê yê Nobelê pîroz dike.

XI.
Zana û akademisyenê zanista Matematîkê Koçer Bîrkarê Merîvanî xelatê Matematîkê wergirt. Yêkîtîya Matematîkerên Dinyayê matematîkzanekî Kurd hêjayî xelatê Fields [John Charles Fields] dît ku li dinyayê wekî xelatê Nobela Matematîkê tête qebûl kirin. KNK bi dilgermî Koçer Bîrkar pîroz dike û di xebata zanistî ya Kurdistan û cîhanê da serkevtinê jê ra dixwaze û herweha spasî Yêkîtîya Matematîkerên Dinyayê jî dike ku ev xelatê bihadar dane zanayekî matematîkê yê Kurd.

XII.
KNK hêvî û daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku berî hertiştî aştîya navxweyî geş bikin, saxlem û mayînde bikin daku dijmin ji dubendîya navxweyî faydeyî nestînin.

XIII.
KNK bi giringî daxwazê ji medyaya Kurd dike ku hem azadîya xwe ya bîr û hizirî biparêzin, weşangerîyeke azadane û adilane bikin û herwisa xizmeta avakirina aştîya navxweyî bikin.

XIV.
KNK bi dilgermî hêvî û daxwazê ji ronakbîr, nivîskar û hemû kesên xwudan meslek û organîzasyonên sivîl û demokratîk dike ku ji bo avakirina aştîya navxweyî bîr û hizir û qelemê xwe, hêza xwe bi rengekî aktîv û pratîkeke pozîtîv bi kar bînin.

XV.
Jin û ciwan dînamîkên xurt û enerjîk yên civatê ne. KNK hêvî û daxwazê ji jin û ciwanên Kurdistanê dike ku di her war û xeleka jîyanê da, li malê, li xwandingehan ji bo geşkirina diyalog, têkilî û danûstandina civatê ya aştîyane xebatê bikin.

XVI.
KNK bangî hemû rêvebirên dînî û mezhebî yên Kurdistanê dike ku di îbadet û danûstandinên bawerîyî da mesajên hevgirtin, hevkarî û dostayetîyê bidin û bi bang û emelên xwe xizmeta avakirina aştîya navxweyî bikin.

XVII.
KNK daxwazê ji hemû dînamîkên siyasî yên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dike ku siyasetê wekî xizmeta xelkê bikin, hem dijî dijminan têkoşîneke xurt bidin hem jî di navbeyna xwe da li ser esasê rekabeteke demokratîk xebatê bikin, li ser zemînê lawazkirina hevdu siyasetê nekin, hem xwe hem jî hevdu beramberî dijmin xurt bikin û karûbarê xwe yê siyasî û rêxistinî di nav aştîyê da bi cih bînin û mil bidene bizava avakirina aştîya navxweyî.

XVIII.
Li Kurdistanê bawerîyên qedîm yên wekî Yaresanî, Elewî, Șiî, Êzidîtî û Zerdeştî ji alîyê hebûn û pêkînana rîtûelên xwe yên bawerîyî ve zor û zehmetîyên mezin dibînin, rastî neheqî û bêdadîyan tên ku eve layiqî dîroka xelkê Kurd nîne ku bi salan e têkoşîna azadîyê ya Kurdistanê didin. Mafên van komên civatê divêt di çarçoveya azadî û wekhevîtîyetê da bêne dîtin û li goreyî wê di nav pratîkê da bin. KNK bi giringî dixwaze balê bikêşe ser vê pirsê û herweha bangî xelkê Kurdistanê dike ku têkilî û danûstandina digel van pêkhateyên civatê bêne germ û xurt kirin ku eve ji bo geşkirina diyalog û aştîya navxweyî jî karekî esasî ye.

XIX.
Kurdistan ji alîyê etnîk ve jî dewlemend e û xelkên cuda jî li Kurdistanê dijîn û hevqederên xelkê Kurd in û digel Kurdan xwudanên Kurdistanê ne. Di serî da Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Cihû, Roman, Tirk, Ereb, Fars û yên dî hem wekî xelk hem jî wekî bawerîyên dînî ji kevin were parçeyên bingehîn yên cografyaya Kurdistanê ne. Mafên wan di dereceya herî bilind da hene û parastîne û herwisa xwudanên qedera xwe ne. Di avakirina aştîya navxweyî ya li Kurdistanê da şertê sereke ew e ku Kurd digel van xelkên bira di nav têkilîyeke demokratîk da bin. KNK bihayekî mezin dide hebûn, xebat û têkoşîna van xelkan û bi her rengî piştevanê wan e.

XX.
KNK bi baldarî û rêzgirtineke germ û bilind tika û daxwazê ji rêvebirîyên Başûr û Rojavaya Kurdistanê dike ku di nav xwe da têkilîyeke germ ya neteweyîyane, niştimanîyane û birayane pêkbînin û bo domandin û mayîndekirina danûstandinan di navbeyna xwe da mekanîzmayeke fonksiyonel ava bikin û herweha di navxweyî da sîstem û dem û dezgehên demokratîk binecih bikin û di Kurdistanê da demokrasîyeke kamil pêkbînin.

Civata Giştî ya 18. ya KNKê
27/10//2018