Languages: English ‏سۆرانی‎

Berxwedana Heftenînê, berxwedana Gelê Kurdistanê ye

Ev sedan sal in neteweya kurd û gelên Kurdistanê bin destan in. Hêzên serdest bi dehan caran hewildan ku Kurdan ji nav bibin û asîmîle bikin. Lewma jî hebûna Kurdan her di bin gefan de bûye.

Ziman, çand û nasnameya gelê Kurdistanê tim hatiye înkarkirin. Yekane tişta ku hişt Kurd hebûna xwe biparêzin berxwedan û berevaniye. Ev hestê berxwedanê bi rih û rîşalê xelkê Kurdistanê hatiye pêşxistin. Eger em bibêjin ku “tenê çiyayên me Kurdan parastiye” wê ev yek kêm bimîne. Yê Kurdan û hebûna Kurdan parastiye her giyanê berxwedanê bû. Kurdan her bi giyanê berxwedanê li çiya, deşt û baniyan li dijî înkarkirinê berxwedana hebûnê daye. Kurdan li Rojavayê Kurdistan, li Germiyana Başûr, li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, her wiha li Misir, Ûrdun, Yemen û li her devera cîhanê li dijî gefên tinekirin û asîmîlasyonê her li berxwe dane û xwe parastine. Berxwedan ew giyan e ku Kurdan gîhandiye roja îro û dostên Kurdan li dinyayê zêde kir.

Niha ew giyanê berxwedanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Heftenîn û Qendîlê li ber xwe dide. Dewleta Tirk ji destpêka avabûna xwe heta niha çendîn car in bi hemû hewildan û teknolojiya xwe ya leşkerî, bi hemû kanalên xwe yên siyasî, dîplomatîk û aboriyê, her wiha bi hevkariya sîxûr û kirêgirtiyên xwe bênavber êrişî ser xelkê Kurdistanê û bizava azadîxwazan dike. Iê belê giyanê berxwedanê bi zehmetî, têkoşîn û berdêlên giran şerê qirkirina Kurdan jinav dibe û gelê Kurd li ser piyan hêla ye.

Berxwedan û berevaniya li Heftenîn û deverên yên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa a şoreşger û Şervanên Kurdistanê ye. ev hêza berxwedêr êrişên dijmin li gelek deveran şikandiye, li dijî teknolojiya artêşa Tirk şerê rûmetê didin. Ev şer û berxwedan hişt ku hêzên dagirker roj bi roj bi paş ve biçin.

Em jî weke kongreya neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi hemû îrade û viyana xwe xwedî li berxwedana Heftenîn û çeperên berevaniyê derdikevin. Em vê xebat û têkoşînê weke wezîfeyeke neteweyî û niştîmanî dibînin û silavên xwe yên germ ji hemû berxwedêran re dişînin. Bejna xwe li hemberî bilindahiya pakrewanên azadiyê ditewînin.

Em bang û daxwaz ji hemû Kurdistaniyan dikin da ku piştgiriyê bidin berxwedana bêhempa a Heftenînê. Em bang dikin ku her kes bi şêweyekî û li gorî hewildanên xwe bibe dengê berxwedana Heftenînê û li dijî hevkarên dewleta Tirk a dagirker jî bibe xwedî helwest. Azadî û serfiraziya Kurdistanê tenê di destê Kurdan de ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê ti carî berxwedêrên xwe yên azadiyê bi tenê nehêle.

Em weke KNK bang li hemû tevger, hêz, partî, rêxistinên Kurdan dikin da ku li dijî êriş û dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest. Divê bê zanîn ku ev êriş li dijî ked û destkeftiyên hemû Kurdan e. Di encama berxwedaneke hevbeş de wê serkeftin û serfirazî para Kurdan be.
Silav ji bo şoreşger û berxwedêrên azadiya Kurdistanê.

Konseya Rêveber a KNK