Languages: English ‏سۆرانی‎

BEHÎNAME Li Ser Wefata Rêveberê Hizba Demokrata Kurdistanê – HDKê Birêz Celîl Gadanî

Ji Bo Gelê Kurdistanê,
Ji Bo malbata Celîl Gadanî

Xebera xembar û dilsoj ya wefata Rêveberê Hizba Demokrata Kurdistanê – HDKê Birêz Celîl Gadanî, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Celîl Gadanî, li Rojhilatê Kurdistanê, ji serdema Komara Kurdistanê û heta niha, di nava xebat û sîyaseta Kurdistanî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Celîl Gadanî, ji ber xebata xwe ya siysî ji teref rejîma Îranê ve hate girtin û 13 sal di zîndanên Îranê de ma. Piştî têkçêna rejîma Şah, di nav refên şoreşa Kurdistanê de, di asta jor de cihê xwe girt û li hemî qadên welat û derveyî welat xebatek berfireh meşand.

Birêz Celîl Gadanî, bi temenê xwe yê dirêj herdem di nava siyaseta Kurdistanî de cihê xwe girt û ji bo yekîtîya neteweyî jî kar kir. Gelek caran tevlî civîn û semînerên KNKê jî bû. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windayîyek mezine.

Em ji ber wefata Birêz Celîl Gadanî gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Kak Celîl, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te pêkbînin.

Silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNK