Languages: English ‏سۆرانی‎

BEHÎNAME li Ser Wefata Endamê Konseya Rêvebir û Cîgirê Serokê KNK ê Birêz Bengî Haco

Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo malbata Bengî Haco

Xebera xembar û dilsoj ya wefata Endamê Konseya Rêvebir û Cîgirê Serokê KNK ê Birêz Bengî Haco, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Bengî Haco, li Rojavayê Kurdistanê li herêma Cizîrê, di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Bengî Haco, ji ber êrîş û zextên dewleta Sûrî, bi awayekî mecbûrî derket Ewropa. Li Ewropa jî herdem di nava xebata azadîya gelê Kurdistanê de cihê xwe girt û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xebat kir.

Birêz Bengî Haco demekî dirêj endametîya KNKê jî kir û di heman demê de emdamê Konseya Rêvebir û Cîgirê Serokê KNKê bû. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windayîyek mezine.

Em ji ber wefata Birêz Bengî Haco gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Bengî, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te pêkbînin.

Silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNKê