Languages: English ‏سۆرانی‎

BEHÎNAME Li Ser Wefata Endamê KNKê Birêz Riza Baran

Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo malbata Riza Baran

Xebera xembar û dilsoj ya wefata Endamê KNKê yê berê Birêz Riza Baran, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Riza Baran, li Anatoliya Navîn li herêma Enqerê (Ankara) hatiye dinê. Ew herdem di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Riza Baran, ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî demeke dirêje li Ewropa dima. Li Ewropa jî herdem di nava xebata azadîya gelê Kurdistanê de cihê xwe girt û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xebat kir.

Birêz Riza Baran demekî dirêj endametîya KNKê jî kir. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windayîyek mezine.

Em ji ber wefata Birêz Riza Baran gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Riza Baran, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te pêkbînin.

Silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNKê