Languages: English ‏سۆرانی‎

BEHÎNAME Li Ser Wefata Endamê Damerzêner yê KNKê Birêz Haydar Işik

Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo malbata Haydar Işik

Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê damerzêner yê KNKê Birêz Haydar Işik, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Haydar Işik, li bakurê Kurdistanê li Dêrsimê, weke mamostayekî welatparêz di nava xebat û sîyaseta Kurdistanî de bû. Di nava rêxistin û sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî derket Ewropa. Li Ewropa jî cihê xwe di nava xebata azadîya Gelê Kurdistanê de girt. Birêz Haydar Işik ji damezrandinê pêve bû endamê KNKê û heta dawîya emrê xwe li ser xeta neteweyî meşîya. Herweha Birêz Işik, yek ji endamê damerzêner yê Parlamenta Kurdistanê li Derveyî Welat – PKDWê jî bû. Piştî wê jî bû endamekî damezrêner yê KNK ê.

Birêz Haydar Işik, heman demê de nivîskarekî welatparêz bû. Di xeta welatparêzî û Kurdistanî de xwedî gelek berhemên giranbiha ye. Teybetî li ser Terteleya (Jenosid) Dêrsimê hem nivîsî hem jî jibo ew tertele di asta navneteweyî de weke jenosid bê naskirin, gelek kar jî kirin. Wefata Mamosta Haydar, jibo xebata welapparêzî û jibo edebîyata Kurdistanî, windayîyek mezin e.

Em ji ber wefata Birêz Haydar Işik gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Haydar, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te pêkbînin.

Konseya Rêvebir ya KNKê