Li Ser Wefata Sekterê Giştî yê Partîya Demokrata Pêşverûya Kurd li Surîya Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş
Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo Endam û Alîgirên PDPK – S
Ji Bo Malbata Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş
Xebera xembar û dilsoj ya wefata Sekterê Giştî yê Partîya Demokrata Pêşverûya Kurd li Surîya Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgînin. Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, di destpêka jiyana xwe de ji salên xwendekarîyê û heta niha, di nav siyaset û şoreşa Kurdistanê de cihê girt. Weke xebatkar, weke siyasetvan, weke rêvebir, weke heval, weke nivîskar, di hemî qadên siyaseta Kurdistanê de cihê xwe girt û bi xebata xwe ya dûr û dirêj kete nava rûpelên dîroka Kurdistan ê. Di vê dema krîtîk de ku êrîşên mezin li ser Rojavaya Kurdistanê çêdibin, wefata Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, ji bo Partîya Demokrata Pêşverûya Kurd li Surîya, ji bo Rojava û hemî Kurdistanê windahîyek mezine.
Em ji ber wefata Sekterê Giştî yê Partîya Demokrata Pêşverûya Kurd li Surîya Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, endam û alîgirên PDPK – S û malbatê.
Silav û rêz.
Konseya Rêvebir ya KNKê
24.10.2019, Bruksel