Languages: English ‏سۆرانی‎

Basûrê Kurdistanê çû ser sandoqan

Daxûyanîya Çapemenî 29.07.2009 – Pistî demeke bizor û zehmet roja 25’ê Tîrmehê gelê me yê Basûrê Kurdistanê çû ser sandoqan. Bi rêjeyeke bilind gelê me yê vê herêmê tevlî van hilbijartinan bû. Ligel hilbijartina nûnerên Parlemenê, cara yekem e ku Serokê Herêma Basûrê Kurdistanê bi dengên gel hate destnîsankirin. Em vê pêvajoyê ji bo hemû Kurdan girîng û biwate dibînin û dipejirînin.

Di encama hilbijartinan de, ligel nûnerên Parlemenê, birêz Mesut Barzanî jî weke serokê Herêma Kurdistana Basûr hate hilbijartin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamên van hilbijartinan li hemû nûnerên Parlemenê û li birêz Barzanî pîroz dike û ji wan re serkeftinê dixweze.

Nirxên ku îro li Basûrê Kurdistanê hatine afirandin encama têkosînekê bizehmet e. Hemû gelê Basûr di vê pêvajoya têkosînê de wezîfe hilgirtin ser milên xwe, zor û zehmetî kisandin, hê jî dikisînin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hêvî û daxwaz dike ku encama van hilbijartinan, ji bo pêvajoyeke demokratîk, hemdem û azad li herêma Basûrê Kurdistanê bibe pêngaveke grîng. Bê guman ew nîsana demokrasîyê bu, lê heger berî hilbijartinan lîsteya Hîwa bi rengekî ne kanunî nahatibe qedexekirin sahîya demokrasîyê ê mezintir biba. Herwiha, KNK hêvîdar e ku ev pêvajo ji çêbûna Yekîtiya Neteweyî a Kurd re jî encamên bixêr biafirîne.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
29.07.2009