Languages: English ‏سۆرانی‎

Banga Seferberî, Berxwedan û Alîkarîyê

Ev demeke dirêje dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê rojavayê Kurdistanê kom dike û amadekarîya êrîşeke berfireh dike. Ne tenê hêzan kom dike, heman demêde roj bi roj tehdît û gefên xwe jî zêdetir dike. Li ser van hewldan û gefan, niha hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li herêmê jî, ji serê vê sibehê ve, xwe ji qada sînor vedikişînin. Tê xuyakirin ku wê dewleta Tirk di demeke kurt de êrîş bike.

Ji vê herêmê heta niha çi êrîş li ser dewleta Tirk çênebûye. Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Surîye yê, ti gef li Turkiyê nexwarine û ew tehdît nekirine. Li ser vê rewşê jî, ji destpêka Şoreşa Surîyê heta niha, dewleta Tirk dijminatîya vê rêveberîyê dike. Hemî hêzên dijê gelê Kurd yên weke DAIŞ, El Nusra û yên wek wan, destek kirin û berdan pêsîra gelê Rojava. Dema ew hêz serneketîn, ew bi xwe kete hereketê û êrîş kir. Êrîşa niha ku di rojevê deye, weke êrîşa li ser Kobanê, Cerablûs û Efrînê ye.

Dewleta Tirk dijê hemî deskevtên Kurda ye. Li kû devera Cihanê be bila bibe, dewleta Tirk dixwaze deskeftên gelê Kurd ji holê rake. Weke din hemî gohtin bahane ne. Ne ewlekarîya dewleta Tirk ketîye tehlîkeyê ne jî vegerandina koçberan xema dewleta Tirk de ye. Ev hemî propagandayên derew û bê binî ne û avakirina bahaneya ne. Rastî ewe ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û êrîşê Kurd û hevkarên wan dike.

Niha rojavayê Kurdistanê di bin êrîşek mezin de ye. Hêzên Rojava weke bexwedana Koban û Efrînê wê berxwe bidin. Divê her Kurd her Kurdistanî li kû devera Cihanê dibin bila bibin, bi ruhê seferberîyê, bi çalakî û hemî derfetên xwe li hember dewleta Tirk bibin yek, berxwe bidin û xwedî li rojavayê Kurdistanê derkevin. Îro roj roja berxwedanê ye. Ji berxwedanê pêvetir rêyeke din nîne. Banga me di sêrîde ji ciwanan re ye ji hemî gelê Kurdistanê re ye; em dibêjin dem dema seferbertîyê ye, li her cih û deverî rabin serxwe.

Herweha vekişandina hêzên Koalîsyonê yên li ser sînor, rê li ber êrîşê dewleta Tirk xweş dike û biryareke ehlaqî nîne. Hêzên Rojava bi hevkarîya Koalîsyonê, li dijî dijminê mirovahîyê yên wek DAIŞê şereke mezin kirin û bedelên mezin dan. Pozîsyona hêzên Koalîsyonê ya îro, ne li ser xeta dostane û hevaltîyê ye.

Sêrîde hêzên Koalîsyonê û hemî hêzên Cihanî, nabe li hember vê êrîşa dewleta Tirk bê deng bin û temaşevanbin. Em bang li hêzên Koalîsyonê, Netweyên Yekbûyî û cihana pêşketî dikin ku li hember van êrîşan rawestin û gelên Bakur û Rojhilatê Surîye yê tinê hêlin.

Bi vê munasebetê carek din em bang li hemî Kurdistanîyan dikin ku xwedî li nirxê xwe derkevin û bi hemî awayî berxwe bidin.

Roj roja berxwedanê ye.

Konseya Rêvebir ya KNKê