Languages: English ‏سۆرانی‎

Banga KNKê : Li ser rewşa nû û awarte ya Kurdistanê û rojhilatanavîn

Bo Kurd û Kurdistanîyan,
Bo partî û bizavên polîtîk
Bo organîzasyonên sivîl
Bo endamên KNKê

Pêdivî bi dubarekirinê heye ku digel destkevtên du beşên Kurdistanê li başûr û rojavayê, têkoşîna azadîyê li bakur û rojhilatê jî bi hêvîyeke xurt didome. Lê herwisa nerehetîya dewletên dagîrker û hêzên taşeron û tarî ya beramberî vê pêşkevtina xelkê Kurd û Kurdistanîyan û bejndana azadîya Kurdistanê jî berdewam e. Ev merkezên fitneyê di her delîveyî da dixwazin astengîyan derêxine ber vê rêveçûna azadî û rizgarîya xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan. Dewletên dagîrker li bakur û rojhilata Kurdistanê kiryarên xwe yên nemirovî û êrişkar di dereceya herî bilind da didomînin û bi çu awayî rê li ber çareserîyeke demokratîk ya pirsa Kurdistanê venakin. Dagîrker û merkezên fitne û ajaweyê li başûra Kurdistanê û rojavaya Kurdistanê jî sedan provakasyonan derdêxin, karên terorîstî bi hêzên tarî û kirêgirtî didine kirin ku aramîya li van du beşên Kurdistanê jî xirab bikin û jîyanê li xelkê me heram bikin.

Ev bûyerên di van demên dawîyê da rû didin jî tesadif nînin û bi nîyeteke neyarane li dora Kurdistanê têne kirin. Dagîrkerên Kurdistanê bi taybetî hêzên kirêgirtî yên islam-cihadîst bi destekeke mezin ya leşkerî organîze dikin û berdidine başûr û rojavaya Kurdistanê. Bûyerên li Celewla, Tuzxurmatû, Şengal û herî dawîyê jî li Mûsilê pêkhatî xelekên senaryoya bêyûm ya dagîrkeran in. Dagîrîya Mûsilê ji teref hêzên paramîlîter yên DAIŞê ve kiryareke plankirîye û divêt sivik neyê dîtin. Êrişên li ser Kerkûk û navçeyên dî yên dabirî li başûra Kurdistanê û herweha li navçeyên dabirî yên li rojavaya Kurdistanê jî, [navbeyna Serêkanî û Kobanîyê (Girê Spî – Til Ebyed) û Kobanî û Efrînê (Ezaz)], bi vê senaryoya bêyûm ve girêdayîne. Ji alîyê van hêzên reş û tarî ve hedefkirina van navçeyan kiryarên besît nînin. Armanca wan pêkve rêgirîya geşbûna bizava neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê ye. Statukoperestên navçeyê bi van ajawe û têkvedanan, rewşa bi arêşe bo xwe dikine firset ku careke dî hesûya azadîya xelkê Kurd û Kurdistanê bikine mij û moran ku bigihine xwezî û daxwazên xwe yên antî Kurd û antî Kurdistan.

Armanca dijminan mezin e, niyeta neyaran gelek xirab û xedar e. Dagîrîya Mûsilê, êrişên li ser derûdorên Xaneqîn û Kerkûkê û herwisa hemleyên li dora Serêkanî, Kobanî û Efrînê tenê bi êrişên kirêgirtî yên islam-cihadîst ve divêt teng neyên dîtin. Planê dijminan mezintir e. Ji ber hindê destkevtên li başûr û rojavaya Kurdistanê, têkoşîna serkevtî ya li bakur û rojhilatê bila pêşeng û hemû xelkê me û Kurdistanîyan mexrûr û serxweş nekin. Dijmin û neyarên li dora Kurdistanê di navbeyna wan bi xwe da tezat û dijberî çend kûr jî bin, hebûnek wan ditirsîne. Ew hebûna hevpar jî Kurd û Kurdistan e. Xemsarîyeke navxeyî ya di vî warî da, ji bo xelkê me, bo welatê me, bo hevwelatîyên me, dê xem, kul û keserê bîne. Avabûn, pêşveçûn û bilindbûna refaha jîyanê li başûra Kurdistanê, ji nû ve azadkirin û avakirina rojavaya Kurdistanê, bilindbûna têkoşîna li bakur û rojhilata Kurdistanê ya hêvîdar di nişkê da dikare tûşî agirekî mezin bibe. Di van êrişên berfireh da, di van dagîrî û ajaweyan da ev potansîyela tehlîkeya mezin gelek aşkera xuya dibe. Bi xwe bawerbûn bila nebe sebeb ku ev tehlîkeya mezin neyê dîtin.

Çare çi ye?
Çare parastina hevrayî ya welatî ye. Dormandorê welatî, tixûbên çaralîyê Kurdistanê senger û çeperên parastina welatî ne. Parastina welatî ne karê partîyek anjî bizavekê ye. Kurdistan welatê hevpar yê xelkê Kurd û hemû xelkên li Kurdistanê ye. Mafê her Kurd û Kurdistanîyekê ew e ku mil bi milê hev welatê xwe biparêzin. Partî, bizav, organîzasyon hemû jî hebûnên demî ne, borînde ne, belêm welat daîmî ye, mayînde ye. Welat îro rû bi rûyî êriş, dek û dolab û fitneyeke piralî ye. Ji çaralî ve provakasyon, êriş û hemleyên wêranker têne kirin. Berjewendîyên kesî, organîzasyonî li ber berjewendîyên welatî bê mana ne û ne tiştek in. Welat zemînê kolektîv yê hebûna me ya neteweyî û niştimanî ye. Beramberî vî zemînê hevpar xelkê me, xelkên Kurdistanî pêkve berpirsiyar in. Parastina vî zemînê hevpar erkê hemû Kurd û Kurdistanîyan e. Armanca sereke ya hemû Kurdistanîyan parastina welatî ye, armancên dî teferruat in. Kurd û Kurdistanî divêt bi vê şuûr û berpirsiyarîya mezin hereket bikin.

Ev tehlîkeya mezin ya li ser xelk û welatê me, divêt wekî tehlîkeya li ser paşeroja xelk û welatê me bête dîtin. Ev tehlîkeye divêt wekî alarma bilind ya neteweyî û niştimanî bête qebûl kirin. Di rojeke wisa da yêkem gav seferberîya neteweyî û niştimanî ye. KNK bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku ji bo parastina welatî di nav amadebaşîyê da bin. Di vî warî da helbet berpirsiyarî ya hemû welatîyan e. Lê belê, partî, bizav, organîzasyon pêşengên organîze yên xelk û welatî ne. Lewma KNK bangî hemû partî, bizav û organîzasyonan dike ku hêzên xwe hazirî parastina welatî bikin.

KNK bangî serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, serokwezîrê hukûmeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, Rêvebirên Kantonên Rojavaya Kurdistanê, hevserokên KCKê birêz Cemîl Bayik û birêz Besê Hozat, Rêvebirîya YNKê, Polîtburoya PDKê, bizava Gorran û pêkve partî û organîzasyonên bakur, rojhilat, başûr û rojavaya Kurdistanê dike ku di van rojên gelek hessas da qet nebe lezînen diyaloga navxweyî germ û aktîv bikin, her ji bo vê rewşa awarte jî be şêwireke navxweyî ya berfireh pêkbînin, tifaqa xwe çêbikin û karê parastina Kurdistanê di nav koordînasyoneke rêkûpêk da bi hev ra bikin.

Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, Hêzên Parastina Gel [HPG] li bakur, Yêkîneyên Parastina Gel [YPG] li rojavayê, Yêkîneyên Parastina Rojhilata Kurdistanê (YRK] û her çi hêzên dî yên leşkerî yên Kurdistanî hebin, divêt di bin rêvebirî û pêşengîya polîtîk da karê parastina welatî bi koordîneyeke bilind bikin.

Li derveyî welat jî hemû partî, bizav û organîzasyon û welatîyên Kurd û Kurdistanî, bi vê rewşa awarte ve girêdayî divêt hemû kar û xebatên agahdarkirin, serwextkirin û dîplomasîyê bi koordîne bikin.

KNK bangî medyaya Kurdistanê jî dike ku li van rojên ku pêdivîyeke mezin bi tifaqa navxweyî heye, weşangerîyeke bi berpirsiyarîya yêkîtîya neteweyî û niştimanî bikin.

Roj roja xîretê ye, dem demê vehûnandina yêkrêzîya neteweyî û niştimanî ye. Her organîzasyon anjî kesekî Kurd û Kurdistanî pêdivî ye ku ji bo armancên hevpar yên neteweyî û welatî xebatê bike. Kurd û Kurdistanî divêt bi çu rengî rê nedine provakasyon û provakatorên navxweyî û derveyî û bi vê hişyarîyê enerjîya belav bikine sînerjîya mezin ya yêkbûyî.

Temirandina agirê sojer yê li dora Kurdistanê bi hevgirtina navxweyî mumkun dibe.

Kurd û Kurdistanî bo vehûnandina çeperê mezin yê parastina welatî hem dengê xwe bilind bikin hem jî karê pêdivî bikin.
Hertişt bo parastina Kurdistanê.

Konseya Rêvebir ya KNKê
11.06.2014