Languages: English ‏سۆرانی‎

Bang û Agahdarî

Pîştî PDKê Pêşmergeyên xwe jibo devera Garê deverên din yên nîzingê noqteyên Gerîla şandin, alozîya destpêkirî hingî diçe zêdetir dibe. Îro jî hinek rûdawên nexweş çêbûn. KNK, li ser vê rewşê ne rehete, hesase û bi gumane. Jibo rewş girantir nebe, jibona nebe sedemekî şer û pevçûnan, KNK bang li terefan dike ku hêzên çekdar di dicihê xwe yên berêde bimînin, hêzên nîzingê hev bûyî bizivirînin cihên xwe yên berê, xwe nîzingê hev nekin û vê arîşeyê bi rêya diyalogê çareser bikin. Herweha em bang li hemî partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurdistanê dikin ku bikevin hereketê û nehêlin hêzên Kurdistanî bêne hember hev.

Dem ne ew deme em hêzên xwe li hember hev karbînin. Beşek biçûk ne têde, Kurdistan di bin nîrê dagirkeran de ye. Divê em hemî hêzên xwe komî serhev bikin, bibin yek û li hember dakirkeran rawestin. Dîrok, Şehîd û gel, vê ji me dixwazin.

Li ser vê rewşa hestiyar, Konseya Rêvebir ya KNKê bi awayekî lezgîn (04.11.2020) kom bû û ev biryarên li jêr hatin girtin.

Jibo rewşê, gav bi gav bişopîne û tedbîrên pêwîst bigre, Komîteyek ya kar (Maseyê Krîzê – Jorî Qeyranan) hate avakirin.

Biryar hate dayîn di asta hevsorokatîyê de heytek biçi Başûr û bi terefên peywendîdar û bi hemî der û doran re bikve nava peywendîyan.
Di dmekî nîzing de, bi beşdarkirina nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî û kesayetan, şêwrek berfireh li ser tora Zoom ê bête çêkirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê