Languages: English ‏سۆرانی‎

Bang Ji Bo Hemî Partî û Sazîyên Kurdistanî

Birêzan, Dost û Hevalên hêja;
Weke hûn hemî dizanin Dewleta Tirk – Hukumeta AKP ê carek din dijê Tevgera Azadîya Kurdistan û Gelê Kurd dest bi şerekî giran kirîye. Ji dûh ve li Başûrê Kurdistanê herêmên gerilla bombebaran dike. Di heman demêda li Bakûrê Kurdistanê û seranserê Tirkîyê jî, dijê welatparêz û sîyasetmedarên Kurd operasyonên girtinê despêkirine û sedan kes hatine girtin.

Weke tê zanîn ev du sal û nîvin (2,5) pêvajoyek çareserîyê û şer rawestandinek dihata meşandin. Ev pêvajo 28.02.2015 anda li seraya Dolmabahçeyê gihişte mutabakatekî jî. Lê Recep Tayîp Erdogan ev mutebakat redkir, goht “pirsgirêka Kurdî nîne” û pêvajo têkbir. Mîmarê vê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, lê eve çar mehin Birêz Abdullah Ocalan’re hevdîtin hatine rawestandin û di bin tecrîdek girandaye. Her weha di dema hilbijartinan û piştî hilbijartinan jî, gelek êrîşên bombeyî dijê kes, partî û rêxistinên Kurdî û dostên Kurdan pêkhatin. Niha jî ev êrîşa mezin ya hewayî pêkhat. Yê pêvajoya aştî û çareserîyê têkbirî Erdogan û hukumeta wî ye.

Ev êrîş, êrîşeke biçûk nîne û bi armanca ji navberbirinê tê amadekirin. Ev êrîş tenê ne dijê hareketekîye herweha dijê hemî Gel û destekevtîyên Gelê Kurd e. Kurdistan, Başûrê Kurdîstan tê bombekirin û xwezaya Kurdistanê tê şewitandin. Çi Gerîlla çi sivîl, Kurdistanî têne kuştin.

Ev demeke dirêje li Rojava û li Başûr em weke milet şerekî giran li hember DAIŞê dikin. Li şerê DAIŞê da, hêza Gerîlla hêzeke serekeye. Deweleta Tirk çi dibêje bila beje, êrîşkirina hêzên Gerîlla destekkirina DAIŞê ye. Lewazkirina hêza Gerîlla, xurtkirina DAIŞê ye. Ji sêrîde heta niha DAIŞê desteka herî mezin ji Dewleta Tirkîyê – Hukumeta AKPê standîye.

Bi van êrîşan rewşek nû, rewşwk awerte û xeter li Kurdistanê pêkhatîye. Li hember van êrîşan pêwîste ti kes, ti hêz, ti partî, ti sazî bê helwest nemînîn. Li ser vê, em ji partî û sazîyên Kurdistanî dixwazin bi dxuyanî, bi xebatên xwe yên dîplomatîk, bi hemî curê xebatan li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin û helwest bigrin.

Silav û rêz

Konseya Rêvebir ya KNKê
25.07.2015