Languages: English ‏سۆرانی‎

Bang Ji Bo Beşdarbûna Çalakîyên Piştgirîya Rojava

 

Bi destpêka şoreşa Sûrî ve û heta niha, dewleta Tirk û hevkarên wê (DAIŞ, El Nusra û hwd.) êrîşê şoreşa Rojava û deskevtên gelê me dikin. Hêza parastinê û gelê me jî, bi hemî îmkanên xwe û bi qehremanîyek bê hempa li berxwe didin.

mezin û ya navûdeng ya Kobanê ye. Berxwedana Kobanê, di reya giştî Cihanê de deng veda û bo sembola şoreşa Rojava. Di vê çerçeveyê de roja 1ê Mijdarê bo Roja Kobanê ya Cihanî. Di 5. salvegera Roja Cihanî ya Kobanê de, êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê yên li ser Rojava berdewamin. Ji ber vê rewşê, Kurd û dostên Kurdan li qada ne û bi çalakîyên xwe xwedî li Rojava derdikevin. Bi vê munasebetê roja 2yê Mijadarê, di asta Cihanê de weke roja çalakîyên xwedî derdeketina Rojava hatiye diyarkirin.

Em dibêjin çawa em hemû ji bo Kobanê seferberbûn û piştre jî Cihanê piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşanda, divê heman ruh û heman coş carek din jî, ji bo Rojavaya Kurdistanê were nîşandan. Bi vê boneyê, em weke KNK bang li hemû gelê Kurd û reya giştî ya Cihanê dikin û dibêjin; roja 2yê Mijadarê de derkevin kolanan, destek bidin şervan û berxwedêran û xwedî li berxwedana Rojavaya Kurdistanê derkevin.

Bijî berxwedna Rojava.

Konseya Rêvebir ya KNKê