Languages: English ‏سۆرانی‎

Azadkirina Bajarokê Sirîn ê Pîrozbe

Em Êrîşa Ordîya Tirk Ya Li Ser Çeperên YPG/YPJ û Ordîya Azad ya Sûrîyê Şermezar Dikin

Li Rojavayê Kurdîstanê, şerê dijê çeteyên DAIŞê da serketina YPG/YPJ û Ordîya Azad ya Sûrîyê berdewame. Bajarokê Sirîn yê dikevi başûrê Kobanê, ku DAIŞê weke navendekî leşkerî bi kartanîya, îro ji alê şervanên YPG/YPJ û Ordîya Azad ya Sûrîyê ve hate rizkarkirin û derbeyeke mezin li DAIŞê hate dayîn.

Herweha operasyona şervanên YPG/YPJ, hêzên Asurî-Suryanî û hêzên Senadîd yên Ereb, li bajarê Hasekê jî, bi serketî berdewam dike. Gelek tax û noqteyên giring ji çeteyan hatine paqijkirin. Li bajarê Hasekê çeteyên DAIŞê bi temamî hatine dorpêçkirin û em bawer dikin ku wê bajar bi temamî jî, nîzing de ji çeteyan bê paqijkirin.

Di van serketinan da desteka hewayî ya Hêzên Koolasyona Navnetewî jî cihekî giring digre.

Li gel van serketinan Dewleta Tirkiyê ne razîye, ne rehete û êrîşê çeperên YPG/YPJ û Ordîya Azad ya Sûrîyê dike. Di vî warîde daxuyaniya fermi ya YPGê wiha ye: “Artêşa Tirk roja 24’ê tîrmehê saet 04:30 sibehê li gundê zormîxarê yê li rojava’yê Kobanê, li beramberî Cerablusê, mewziyên me û yên Artêşa Azad bi tanqan bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de 4 şervanên artêşa azad û çend gundî birîndar bûn.

Artêşa Tirk îşev saet 22:00’an jî, dîsa li heman gundî çeperên şervanên me û artêşa azad bi tanqan bombebaran kirin. 7 guleyên tanqê hatin avêtin.

Dîsa îşev li rojhilatê Kobanê, li rojava’yê Girê Spî, li gundê Til Findirê saet 23:00’an wesayitek me, ji aliyê leşkerên tirk ve hate gulebaran kirin.” Wekî din gor xeberên ji herêmê têne, Ordîya Tirk liser sînorê Kobanê li noqta girê Til Şeîr jî hêz kom dike û amadekarîyên êrîşan dike.

Helwesta dewleta Tirk lewazkirina YPG/YPJ û hevkarên wane. Herkes dizane ku li hember DAIŞê hêza herî berxwedêr hêza YPG/YPJ û hevkarên wane. Ev rewş raste rast alîkirina DAIŞê ye. Ev rewşeke xetere û divê pêşî lê bê girtin.

Bi vê munasebetê, em êrîş û helwesta Dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin dev ji vê helwesta dijminatî berdin. Her weha bang li Koolasyona Navneteweyî ya Dijê DAIŞê û reya giştî dikin û dibêjin li hember van êrîşên xeter yên dewleta Tirk bê deng nemînin.

Bi vêve girêyî serketîna li hember DAIŞê ya hêzên YPG/YPJ û Ordîya Azad ya Sûrîyê û hevkarên van, teybetî azadkirina bajarokê Sirînê bi dil û can pîroz dikin û berdewamîya serketinên wan dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNKê