Languages: English ‏سۆرانی‎

Avakirina Meclîsa Jinên Êzîdî

Em weke Komisyona Jinan ya KNKê, di 1. salvegera komkujiya Şingalê de, pêkhatina 1. Kongreya Jinên Êzîdî yên Şingalê, ku bi slogana “Rêxistiniya Jina Êzîdî, wê bibe bersiva tevahiya fermanan” û avakirina Meclîsa Jinan silav dikin.

Avakirina Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şingalê, di serî de ji bo Kurdistanê û tevahiya jinên Rojhilata Navîn, bû moral û hêzeke mezin. Jinên Êzîdî yên Şingalê, qedera xwe kirin destên xwe. Ev jî, wek berdewamiya kevneşopiya Tevegra Azadiya Jinên Kurd, bû qonaxek nû û serketî.

Bi avakirina Meclisa Jinên Êzîdî yên Şingalê, ala têkoşîn û serihildana li dijî çeteyên DAIŞê û hêzên ku destekê didine wan teva hildan hewayê. Vê jî, têkoşîn û berxwedana li Kurdistanê bi hêz kiriye.

Çeka herî dijwar û bi wate, ya parastina hebûn û azadiyê, rêxistinîkirina civakî ye. Li vê cografya ku bi awayekî sîstematîk siyaseta qirkirine diji jinan pek te, herî zêde jina Êzîdî dibin zext û zorê de ye. Herî zêde jinên Êzîdî maxdur û neçar hatine hiştin. Lê avakirina Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şingalê, bersiva herî baş ya hêzên ku jina Êzîdî neçar û bêzar dibînê û dihêlê ye.

Jinên Êzîdî yên Şingalê jî, bi ruhê cengawerên jinên şehîd wek şehid Berivan, Binevş û Xanê haraket kirin, êdî kes nema dikare hêza jina Êzîdiyên Kurd bişikîne.

Rêxistinîkirina jinên Êzîdî yên Şingalê û biryardariya wan ya têkoşînê, ewê di berxwedana Şingalê de jî bibe bersiva şehîdên di vê berxwedana dîrokî de canê xwe feda kirine.

Careke din, em vê pengava dîrokî silav dikin û ji bo tevahiya Jinên Kurd û Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Komisyona Jinan ya KNKê