Languages: English ‏سۆرانی‎

8ê Adarê Roja Jinan ya Cihanî Pîroz be

Bi hezaran sal e jin li hemberî hişmendiya baviksalarî berxwedan û tekoşîna xwe didomîne. Jin herî zêde di serdema kapîtalîzm û sîstema netewdewletê de ji nirx û azadiya xwe hate durxistin.

Desthilatdaran hertim bi koledarkirina jin ê tewahî civak ji bo bicihanîna bercevendiye xwe wekî amur bikar anî ye. Em baş dizanîn kû “heya jin azad ne be civak jî azad na be”

Îro roj bi teybetî Kûrdistan û Rojhilata Navîn li her deverê cîhanê şerekî bê pergal û derveyî sinc û nirxên mirovahiyê tê meşandin. Di vî şerî de carekî din yên kû herî zêde êş û azar dikşinin jin û zarok in. Di her serdemê de yên kû herî zêde li hember êrîşên desthilatdaran re rû bi rû dimîne jina azad û deskeftiyên wê ne.

Tevgera azadî di despêka tekoşîna xwe heya îro giringiyek pir mezin da azadiya jin ê. Di bin banê tevgera azadî de di erdnigariya kurdistanê de li hemberî hişmendiyekî kevneperest û baviksalarî berxwedanek bêhempa ji aliyê jina azad ve hate dayîn. Bi tekoşîna hezaran jinên weke Sakine, Rojbîn, Ronahî, Zîlan Û Arînan tekoşîna jina azad îro gihaştiye merheleyek pir bilind. Em bi bawer û hêvîne kû ew tekoşîna wan pakrewanan bi bîrdozîya Netewa demokratîk dayî meşandin wê bi xwe re yekrêzî û yekîtiya gelan bide avakirin û aramî û wekhevî yê pekan bike.

Şoreşa Rojava jî li ser vî esasî pêk hat. Şoreşa Rojava heman demê de wekî Şoreşa Jin li tevahî cîhanê hate nasîn û hembêzkirin.

Bi fedakarî û berxwedana hemû jinên pêkhateyên Rojava tekoşîna azadiya jin ê îro roj gihaştiye astekî bilind. Em wekî KNK 8ê Adara 2020 an li hemû jinên cîhanê piroz dikîn û ji bo mayîndekirina destkeftiyên bi berdelên giranbuha hatine destxistin banga bilindkirina tekoşînê dikin.

Komisyona Jinan ya KNKê