Languages: English ‏سۆرانی‎

24. Salvegera Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê pîroz be

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê rexmî hemû zor û zahmetîyan bi îradeyek xurt, bi cesaret xebat û tekoşîna xwe bi piştgirîya endam, dost û hevkaran 24 salên xwe temamkirin û kete nava 25. salîya xwe.

Di qonaxa xebat û tekoşîna rewaya ya gelê Kurdistanê ya 24 salan bê navber bê gûman cîhê rûmet û rêzgirtinê ye. Hewl û tekoşîna jibo yekrêzî û yekîtîya neteweyî berdewam be. Bê gûman xebat û tekoşîna me di avakirina dîplomasîyeke neteweyî ya yekgirtî û peydakirina dostanîya gelan gihîştîye asteke girîng û hêja.

Di deme derbazbûyî da, bê rawestan hemû kongre û civatên giştî yên xwe bi şêweyekê sistematik û bi serkeftî pêkanîn. Di vê qonaxa 24 salîya xwe de bi dehan konferans û civînên şêwermendîyê yên berfireh di sazîyên navneteweyî û parlemanên welatan li ser pirs û doza Kurdistanê rêkxistin.

Hezaran dîdar û çavpêketinên diplomasi yên navxweyî û navdewletî, bi mebesta avakirina lobî û nasandina doz û pirsa kurdistanê û piştgîrîkirinê encam dane. Li ser astê neteweyî û Nîştimanî jî bi dehan konferans û civînên rawêjî (şêwreyî) û diyalogên navxweyî rêkxistine.

KNK e bûye pirek di navbera part, sazî û kesayetîyên kurd, Kurdistanî, pêkhate û bawerîyên etnîkî yên Kurdistanê da. Ev kar û xebatên han hemû bi ked û tekoşîna berdewam ya gişt endam û dostên KNKê hatîne kirin. Cihê amaje pêkirinê ye ku di dîroka kurd û Kurdistanê da heta niha ti sezîyekê neteweyî û Nîştimanî mîna KNK ê nebûye ku 24 sal bi berdewamî û bê navber ji xebata neteweyî di nav kar û tekoşînê da be.

Guman tê de nîne ku bê kêmasî jî nebûye û ne gihaye wê astê ku dile me hemîya dixwaze. Em baş pê serwextin kû em di rewseke gelekî zahmet û dijwar de derbas dibin.

Jiber vê yekê jî pêwîste her dem em di pêsketin û guhertinên pêwîst di nava KNKê de bikin dakû karibe bibe bersîv pirs û pirsgirêkên gelê me re rû bi rû bibe.

Jibo ku KNK bi hêztir bibe û bikaribe zêdetir rol û misyona xwe ya neteweyî û Nîştimanî bibîne, pêwîstî bi hewl û tekoşîna berdewam û cidî heye.

Pêwîstî bi dûrbînî û dîtinên stratejike, pêwîstî bi zêdetir bi hemû cudahîyên xwe ve, li hev gihiştina tev Kurdistanîyan heye.

KNK wek platformeke, wek kanaleke giring ya tekoşînê di xebata azadîxwazîya gelê Kurdistanê da, berdewam piştgirê xebat û tekoşana Kurdistanîyên hemû parçeyên Kurdistanê bûye. Li dijî êrîş û dagîrkerîya dagîrkeran jî, her dem li ser xet bûye û rolê pêşengîya xwe li hember dîtîye û dibîne.

24. salvegera damezradina KNK ê li hemû gelê me pîroz be, li giyanê şehîdên rêya azadî, serferazîya Kurdistanê û miroatiyê û malbatên wan yên bi rûmet pîroz be.

Li hemû wan endaman yên ku di pêngavên destpêkê da kedên hêja dan, li hemû endamên KNKê yên niha ku bi dilsozî ve di nava meydana tekoşîn û xebatê de pîroz be.

Li hemû zîndanîyên Kurdistanî, li birêz Abdula Ocalan ku bi pêşniyar û hewlên wî KNK ava bû, di zîndanê de jî dema bi parêzerên xwe diaxêvî yekem daxwaza wî ev bû digoht; jibo gehiştina yekîtiya neteweyî lezê bikin.

Herweha li hemû Şervanên azadîyê, li Gerîla û Pêşmerge û Hêzên parastina gel û nîştiman pîroz be. Li rihê wan endamên ku wexer kirine û em hêlayî, pîroz be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK